Birîndarên li Sûrê bi Ambûlansê girtin

09:27

JINHA

AMED - Ji ber bomberdûmana ku li Sûrê hat kirin 7 kesên birîndar bi ambûlansê hatin girtin, kesekî birîdnar ku rewşa wî giran bû jî di nîvê rê de hat hiştin.

Ji bo tahliyekirina katekî jêrzemînê yê ku hat bombebarankirin ku gelek birîndar tê de hebûn ambûlansên hatin ber Mînareya Çarling û 7 kesên birîdar bi alên sipî anîn ber ambûlansan. Ji navçeyê Semîha Surer Elîf Su, dayika wê seda û Îhsan Kartay ê ku nexweşê Epîlepsiyê bû bi giştî 7 kesên birîdar li ambûlansê hatin siwarkriin. Aşkerakirin ku birîndar piştî ku li Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê hatin sekinandin birin dibistana seretayî ya Alparslan û piştî lêgerîna ku bê kirin wê piştre wan bibin nexweşxaneyê.

Her wiha ji aliyekî din ve jî hat ragihandin ku welatiyekî birîndar yê ku lingê wî hatibû jêkirin ji aliyê birîndaran ve ji bo rakirina nexweşxaneyê hatiye hilgirtin û piştre ji ber ku êdî birîndaran nikaribû ew hilgirtana di nîvê rê de hatiye hiştin. Hevdîtinên ji bo girtina welatiyê birîndar ji nava Sûrê yên di navbera rayedarên HDP'ê û walîtiyê de berdewam dikin û birîndarên din jî ji aliyê emniyetê ve hatin ragirtin.

(mk)