Bêtehamûliya dewletê ya li hemberî rêveberiya xweser a li Kuçukarmutluyê!
11:12
Ceren Karlıdag/JINHA
STENBOL - Bi salan e gelê Kuçukarmutluyê li hemberî polîtîkayên rantê yên dewletê ên di bin navê veguhestina bajarvaniyê de berdewam dikin. Li hemberî van polîtîkayên kirêj yên dewletê têkoşîna niştecihên Kuçukarmutluyê jî berdewam dike. Zeynep Yildirim ya ku pêvajoya di demên dawîn de bi qetilkirinan berdewam dike wiha got: " Tilta ku li Sûrê pêk anîn li vêderê jî pêk tînin."
Kuçukarmutlu taxeke ku ji aliyê kesên ji ber zilm û zora dewletê ya di salên 70'ê yî de ji bajarên wekî Dêrsim, Tokat û Meereşê hatine Stenbolê hatiye damezrandin. Taxa ku ev30 sal e bala rantxuran dikişîne her roj di bin navê veguhestina bajarvaniyê de bi dozer û kepçeyan êrîş lê tê kirin û li dijî êrîşê têkoşîna niştecihên taxê jî berdewam dike. Ev taxa biçûk bi êrîşên ku li ser tên kirin û bi têkoşîna gel ya li heberî van êrîşan mînaka rêveberiyên xweser ên Kurdistanê ya li rojavayê Tirkiyeyê ye. Li vê taxê gel li hemberî Marketên ku berhema kapîtalizmê ne û li dijî xurekên bi hormon ji bo xwe hilberîna xwezayî dibaxçeyên xwe yên biçûk de dike.
Li hemberî vê, di demên dawîn de di serî de qetilkirina Dîlek Dogan û Piştre jî ya Yilmaz Ozturk dîsa bingeha xwe ji polîtîkayên rantê digirin. Dayika Dîlek Dogan Aysel Dogan ya k udi 23'yê cotmeha 2015'an de nûçegîhana JINHA'yê pê re hevdîtin kir wiha got: " Bi vê zora ku li ser me didin meşandin dixwazin ku em taxê terk bikin û pêşkêşî rantxuran bikin." Her wiha di rojên derbasbûyî de jî rantxur bi alîkariya polîsan bi ekîba xwe ya xirakirinê ketibûn taxê û di serî meclisa gel du avahî xira kiribûn û bi vê pêkanîna xwe êrîşî qadên xweser ên gel kiribûn.
'Dixwazin gel çavtirsandî bikin'
Parêzer Ebru Tîmtik jî der barê xirakirina avahiyên li taxê de diyar kir ku der barê xirakirina avahiyan de biryara dadgehê tune ye û ev tişt got: " Başe wê demê çima xira dikin? Bi evqs tîmên taybet re êrîşkirina li taxê ji bo çavtirsandina gel e. Ev dîmen dîmenên ku ku me li Cîzîr û Gaziyê dîtine ne. Li gorî pêvajoyê dikare ev rewş hinekî cuda bê dîtin lê heman tişt tê jiyîn."
'Dixwazin bi darê zorê gel derxînin'
Ebrû aşkera kir ku ew li qadên jiyanê yên taxê xwedî derdikevin û ev tişt got: " Li cihên ku xirakrine binêrin. Gelo gelê li taxê ev avahî ji daran çêkirin? Armutlu taxa herî xweş ya Stenbolê ye û gel taxa xwe dparêze. Li vê taxê baxçeyên xwezayî hene, Cemxane û Meclisa Gel hene. Tişta ku êrîşkaran aciz dike jî ev e. Ger ku hûn tenê li bala xwe bidin taxê hûnê bibînin ku ji bo rantê cihekî girîng e. Tarzê wan tarzê ku gel bi darê zorê ji taxê derxînin e. Ji ber vê jî kesên wekî Yilmaz û Dîlek tên qetilkirin."
'Tişta ku li Sûrê dikin vêderê jî dikin'
Zeynep Yildirim a ku ji sala 1988'an ve li taxê dijî jî got ku di bin navê veguhestinê de bi caran êrîşî taxa wan hatiye kirin û ev wiha berdewam kir: " Niha jî tiştê ku li Sûrê dikin dixwazin li vêderê jî pêk bînin. Tax ji berk u ji bo rantê guncava naxwazin kesên xizan li vê taxê bijîn. Kesên ku 30 sal e li vê taxê dijîn hene. Li gorî qanûnan mafê jiyanê yê qanûnî divê ku yê van kesên bi salan li vê taxê rûniştine ne be."
'Kesên ku destekê didin Cemxaneyê rastî zextan tên'
Zeynep destnîşan kir ku ew hemû pêdiviyên xwe yên xurekê bi awayê xwezayî hildiberînin û wiha berdewam kir: " Em dixwazin ku xurekên xwezayî bixwin. Hemû kes wekî ku dixwaze îbdadeta xwe dike. Li taxê Cemxane jî heye. Lê ji aliyê dewletê ve nayê pejirandin. Kesên ku alîkariyê didin Cemxaneyê rastî zextan tên."
(mk)