Li kolanên Enqerê yên gri jinek boyaxvan
11:22
Habibe Eren/JINHA
ENQERE - Jina bi navê Aysel Ulkan a karê boyaxê dike wê roja 8'ê Adarê sindoqa xwe bi kincên mor bixamilîne.
Jinek li nava kolanê Sihiyê û li ber binayên dewletê yên Enqerê li dijberî esnafên mêr bi berxwedanek mezin karê boyaxê dike. Aysel Ulkan (37) ev saleke li Sihiyê karê boyaxê dike. Aysel got ku karek nîne ku jin nekare bike. Aysel da zanîn ku gava jin destê xwe bavêje çi karî bedew dibe, kolan jî bila bi keda destê jinê bedew bibe û wiha berdewam kir: "Pêşî gava mêran ez didîtim di gotin ma ji jinan boyaxcî çêdibe? 'Me nû jina boyaxcî dît' bertek nîşan didan lê hedî hedî herkes hîn bû û keyfxweşiya xwe anîn ziman."
'Mêrê boyaxcî Aysel raqîb dibînin'
Aysel got; "Her kar û ked bi hunera destê jinê şêwe digire. Gava jin bi xweze tiştek nîne ku neke." Aysel got ku mêrên boyaxcî biha pêlavan boyax dikin û wê wek raqîb dibînin û wiha berdewam kir: "Şaredarî cihê kar neda min, ji ber wê hercar mecbûr dimînim cihê xwe bi guherim. Şaredarî karê min asteng dike û ez ji cihê karê min rakirim. Ji nuve min ciyek nû dît. Min bi keda destê xwe xanî sitandiye. Car tê ez birçî dimînim, cih tê ez serma digirim, lê jiyan berwedwam dike."
'Ez boyaxciya Ozgecanim'
Aysel bilêv kir ku ew lihember şideta ser jinê xwe weke boyaxciyê Ozgecan dide nasîn û wiha dom kir: "Şîdeta mêr li hemû cihî û di nava hemî karan de li ser jinê tê meşandin û mêr astengî ji karê jine rê derdixe. Şîdeta li ser jinê her roj zêdetir dibe."
'Ez dixwazim wek jinek bi hêz herkes min bibîne'
Aysel anî ziman ku ewê 8'ê Adarê kolana xwe a boyaxê bi kincên mor bi xemlîne û wiha bangî jinan kir: "Eger jin ji xwe bi bawer be di hemî karî de serkeftî bibe. Ez ji hevjinê xwe veqatiyam, ji ber wî azadiya min asteng dikir. Bila jin bi vîn û hêz bê û serî li ber tukesî ne tewîne. Ez dixwazim herkes min wek jinek bi hêz bibîne. Dibin şertên zehmet de min jiyan kir, lê hîn jî ez li ser piya me."
(dt/zt)