'Bi rûhê jinên hatî qetilkirin 8'ê Adarê em li qadanin'

12:18

Habîbe Eren/JINHA

ENQERE - Bi boneya 8'ê Adarê amedekariyên çalakiyan li her qadê berdewam dike. Jinan diyar kirin ku polîtîkayên dijminahî yê AKP'ê qadên jiyanê tune dikin û destnîşan kirin ku ew ê bi rûhê jinên ku li Tirkiyê û Kurdistanê hatine qetilkirin di 8'ê Adarê de qadan dagirin.

Ligel ku xwendekarên jin ên kampusa Cebeci ya Zanîngeha Enqerê ku di pêvajoya dawî de rastî şîdeta polîsan tên dest bi amedekariya xwe a 8'ê Adarê kirin. Jinên ku afîş û danezan li fakûlteyê dadiliqînin postera 'Bibe Roj û Şevê tuyê Ronî Bikî' piştî amede kirin daliqandin. Wateyê pîrozkirina 8'ê Adarê her ku diçe cihek taybet distîne. Polîtîkayê ku dewlet li Tirkiyê û Kurdistanê hember jinan pêk tîne her roja ku diçe girantir dibe. Jinên zanîngehê jî diyar kirin ku ew ê li hember polîtîkayê komkujî û dagirkeriyê bêdeng nemînin û banga bilindkirina berxwedanê kirin.

'Şerê ku AKP'ê daye despêkirin herî zêde jin bandor dike'

Xwendekara Zanîngeha Enqerê û Endama Tora Piştevaniya Jinan a Narê Ceren Ûlku diyar kir ku AKP'ê bi polîtîkayê dijminahiya jinan êrîşê qadê jiyanê jinan dike û got bi fetvayên Dîyanetê tacîz, tecevûz, îstîsmara zayendî yê hember zarokan rewa dike. Ceren bilêvkir ku ji ber şerê ku AKP'ê li welat daye despêkirin jin berdêlên giran dide û wiha pêde çû, "Gelek dayîk bedenê zarokên xwe yê mirî ji bo ku bêhn nede bi rojan di sarincê de girtin. Ligel vê yekê tazîkirina bedenê jinan kirine polîtîkayê şer. Wek jin em ê vê tarîtiyê ronahî bikin. Ji bo vê li kampus, kolan û tevahî qadên jiyanê em hevgirtinê xwe bihêz bikin û qadên parastina jiyanê avabikin. Ji bo yek din ji navame kêm nebe, ji Ferîdeyan heya biryarbûna Çîlem wek Tora Piştevaniya Jinan a Narê em radighînin ku hember tarîtiyê em ê bibin roj û 8'ê Adarê em ê li qadanbin."

'Di 8 Adarê de ji bo tevahî jinên ku bedena wan hatî teşîrkirin em ê li qadanbin'

Ji Femînên Amfî Şîlan Demîr, anî ziman ku weke her sal dê îsal jî li qadanbin û wiha got, "Di serî de ji bo tevahî jinên bedenê wan hatî teşîrkirin em ê li qadanbin. Şîdeta dewletê dixwaze em ji bedenê xwe şermbikin. Lê em wek jin şermnakin rûmet dibînin bedena xwe. Li hember êrîşê em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Tevî xweşkên xwe, bi rûhê jinên hatine qetilkirin em ê li qadanbin."

'Hember şîdeta dewlet-mêr divê tevahî jin derên qadan'

Xwendekara Fakûlteyê Raghandinê ya Zanîngeha Enqerê Gonûl Halîsdemîr da zanîn ku cinayetên jinan polîtîke û got cînayeta jinan ji ber hişmendiya dewletê rewa bûye. Gonûl bilêvkir ku divê jin li hember vê zîhniyetê têkoşînek rêxistinî bidin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Divê jin li hember şîdeta dewletê û mêr di 8'ê Adarê de liqadanbin."

'Hember polîtîkayên ser bedena jinê li qadanbin!'

Xwendekara Zanîngeha Enqerê Tugba Dalkuş diyar kir ku divê jin bi zanistiya parastina cewherî hêzê xwe nîşanî pergala serdest bike û wiha domkir, "Hember polîtîkayên qirêj ya li ser bedena jinan tê pêk anîn em tev divê di 8'ê Adarê de li qadanbin."

(rc)