'Ji bo Sûrê û jinên ku hatin qetilkirin dê 8'ê Adarê li Qada Îstasyonê bin'

12:29

JINHA

AMED - KJA bi şiyara "Jin ji bo serokatiya xwe û azadiya xwe di têkoşnê de ne" 8'ê Adarê Rojan Jinên Kedkar a Cîhan bi çalakî û şahiyan pêşwazî dike.

Kongreya Jinên Azad (KJA) bi şiyara " Jin ji bo serokatiya xwe û azadiya xwe di têkoşnê de ne" 8'ê Adarê Rojan Jinên Kedkar a Cîhan bi çalakî û şahiyan pêşwazî dike. Jinên ku diyarkirin 8'ê Adarê ya vê salê ji hemû salan cudatir e wiha gotin: "Dîvê vê salê ji bo jinên ku hatin hedefgirtin û hatin qetilkirin û ji bo xwedîderketina li Sûrê divê ku di 8'ê Adarê de hemû jin biherikin Qada Îstrasyonê."

KJA'yê vê salî 8'ê Adarê bi şiyara "Jin ji bo serokatiya xwe û azadiya xwe di têkoşînê de ne" pêşwazî dike û li Kurdistan û Tirkiyeyê jî çalkî û pîrozbahiyên 8'ê Adarê dest pê kirin. Jinên ku gotin divê ku vê salê 8'ê Adarê bi rûhê têkoşer bê pîrozkirin, bang li jinên amedî kirin ku tevlî mîtînga fînalê ya ku wê roja 8'ê Adarê li Amedê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin bibin. Endama KJA'yê Yuksel Katar jî bang li jinan kir ku biherikin Qada Îstasyonê û ev tişt got: " Melesên xwe yên sipî bidin serê xwe û bi cilên xwe yên kurdî biherikin Qada Îstasyon. Divê ku em dengê xwe li hemberî dagirkeriyê bilid bikin û bi dijmin bidin fêmkirin ku em ê ji daxwaza xwe ya azadiyê gavekê jî paşve navêjin."

'Divê ku em nîşan bidin gelê Sûrê ne bi tenê ye'

Rukîye Şik aşkera kir ku li Sûrê mêr û jinên 70 salî û pitikên dergûşê hene û wiha destnîşan kir: "Sivîlên li hundirê Sûrê Dayik û bavê wan zarokên li nava Sûrê ne. Ev zarok zarokên me ne jî. Erdogan ji bo xwe dibêje ku ew misilman e, lê na ne misilman e. Destê xwe ji ser serokatiya me rakin. Ger ku azadî bê dê bi serokatiya me bê. Bi saya serokatiyê gelê kurd hat naskirin û serokatiya me îradeya jinên kurd derxist holê. Jinên kur bi têkoşîna xwe ji bo tevahiya cîhanê bûn mînak. Em ê jî bi girêdana bi serokatiya xwe û ji bo ku em li Sûrê xwedî derkevin em ê roja 8'ê Adarê li Qada Îstasyonê bin."

Zordestî heta kengî !

Yuksel Kartal a ku got divê ku di 8'ê Adarê de hemû jin li qadan cihê xwe bigirin wiha berdewam kir: "Komkujiyên ku li ser gelê kurd hatin pêkanîn em ê tucaran ji bîr nekin. Li Cizîrê sivîl hatin qetilkirin. Her cenazeyek ji bajarekî bû. Malbat bajar bi bajar digeriyan. Cenaze nedihatin naskirin ji ber hovîtiya ku li ser wan hatibû kirin. Em ê heta kengî vê zordetiyê bikişînin. Divê ku her kes rabe serhildanê."

(mk)