KJA ya Colemêrgê ji bo jinên girtî qert şandin

12:42

JINHA

COLEMÊRG - Jinan ji bo jinên girtîgehan qertên 8'ê Adarê şandin.

Li Colemêrgê bi pêşengiya KJA'yê xebatên 8'ê Adarê bê navber berdewam dikin. Dê di 7'ê Adarê de li navendê şahiyek bê lidarxistin. Jinan di çarçoveya xwebatên xwe yên 8'ê Adarê de ji bo jinên girtigeha Colemêrgê qert şandin. Jinan despêkê li ber avahiya DBP'ê daxuyani dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevseroka DBP'ê Zubeyde Bor bangawzi li hemû jinan kir ku tevlî şahiya dê 7'ê Adarê li navenda Colemêrgê bêlidarxistin bibin.

Pişti daxuyaniyê jinan qert ji bo jinên girti şandin.

Her wiha bi pêşengiya KJA 'yê jinan serdana jinên nexweşxanê li nexweşxanê kirin û bi gûlên sor jinên nexweş daxwazi 8'ê Adarê kirin.

(zyd/zt)