Divê gel paşve gavê neavêje û çalakiyên xwe yên ji bo Sûrê bidomîne
12:57
JINHA
AMED - KJA, HDP, KCD, HDK û DBP'ê ji bo bersîvdayîna gel a li bangên wan ji gelê Amedê re sipasiyên xwe pêşkêş kirin û hevserokê HDP'ê Selahettîn Demîrtaş jî bang li gel kir û got ku heta rewşa sûrê zelal nebe divê ku gel ji vê helwesta xwe paşve gavê neavêje û çalakiyên xwe berdewam bike.
Li hemberî dorpêçkirin û êrîşên li ser Sûrê ku ev 93 roj in didomin duh gel li Amedê çalakiyeke girseyî pêk anî û dewletê jî di heman astê de êrîşî gel kir. Lê gelê Amedê li hemberî êrîşan serê xwe netewand û berxwedana xwe heta derengê şevê berdewam kir. KJA, HDP, HDK, KCD û DBP'ê jî bi mijara ku duh û îro binirxînin civîna çapemeniyê li dar xistin. Di cîvîna ku li navenda HDP' ê ya bajar pêk hat Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên KCD'ê, hevberdevka giştî ya HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek û rayedarên KJA û DBP' tevli bûn. Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selatattîn Demîrtaş di civînê de axivî û diyar kir ku wan ji bo li hemberî opersyonên û û kuştinên nehiqûqî bang li gel kiribûn û bi giştî li ji 50 cihî de meş pêk hatibû.
'Heta ku rewşa li Sûrê zelal nebe em paşve gavê navêjin'
Selahattîn destnîşan kir ku di çalakiyên hatin kirin de ji bilî êrîşên polîsan yên li ser daxwaza hikûmetê di çalakiyan de tu bûyer derneketin û kesên ku provokasyonan pêk tînin jî duh derketin holê. Selahattîn diyar kir ku ciwan û jinên li Amedê ji faşîstan re gotin raweste û wiha berdewam kir: " Divê ku hikûmet vê peyama ji aliyê gel ve hat dayîn baş fêm bike û serê xwe wekî yê kebokurkan nexwe binê qûmê." Selahattîn destnîşankir ku gelê Amedê li ser piyan e û ev tişt got: "Divê ku her roj seat di 16. 00'an de çalakî berdewam bikin ji ber ku li Sûrê sûcê şer berdewam dike. Ji aliyê Tirkiyeyê ve xalên 25'emîn yên peymana Cenvre û Romayê binpê dike û sûcê şer dike."
'Wê hesabê Cizîrê bê pirsîn'
Piştî axaftian Selahattîn Hevseroka KCD'ê Selma irmak jî axivî û ji bo ku gel bersîv da banga wan ya xwedîderketina li Sûre sipasiyên xwe ji gel re pêşkêş kir û ev tişt got: "Gel duh mafê xwe yê demokratîk bi kar anî. Li cihê ku êrîşên dewletê tunebin tu pirsgirêk jî dernakeve. Gel bersîv da êrîşên li hemberî me. Dewlet ji hêza gel ditirse û ji ber wê jî paşve gav avêt. Divê ku çalakî her roj saet di 16.00'an de bidomin. Komkujiya ku li Cizîrê pêk hat me duh bi çavê xwe dît em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin."
(mk)