Elîf û dayîka wê di binçavande ne gelo?
13:20
JINHA
AMED - Êrîş û dorpêç hember Sûrê bê navber dewam dike li aliyê din birîndarên ku ji navçeyê hatine derxistin tu agahî ji wan nayê standin. Hat hînbûn ku tevî gelek birîndarên hatine derxistin, welatiyên ku ji bo piştgiriyê Sûrê derketine kolanan jî xistine binçavan. Topbarana hember Sûrê jî berdewam dike.
Li navçeya Sûrê ya Amedê êrîşên hêzên dewletê di roja 93. de jî bi awayekî dijwar didomin. Şevê din tevî Elîf Su û dayîka wê Seda Aslan 12 birîndar ji navçeyê Sûrê derketin û xwe gihandin ambulansê. Lê derbarê kesên ku ji Sûrê derketine heya niha tu agahiyek zelal ne hatî bidest xistin. Hat hînbûn ku Ridvan Tuncer yê ku bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîl polîs destûr nade kes bikeve odeyê wî, Semîha Sûrer û Îhsan Bîter jî hatine binçavkirin. Tê diyar kirin ku Elîf Su û welatiyên din jî xistine binçavan.
Li aliyê din welatiyên ku li navçeyê Sûrê hîna asê mane rewşa wan her ku diçe xirabtir dibe. Remziye Tosun tevî du zarokên xwe hîna li Sûrê ye û bi telefonê diyar kir ku ji ber bombeyên gazê ên ku tên avêtin bê nefes dimînin û wiha got, "Em dixeniqin, zarokê min dimrin. Keça min Bêrîtan ya salek û nîv ser hişê xwe çû. Saeteke bi serxweve nehatiye." Agahî ji welatiyên navçeyê nayê girtin.
Her wiha welatiyên ku ji bo piştevaniya bi gelê Sûrê re, hember dorpêçê meşîbûn 30'î kes zêdetir hatin binçavkirin. Hin ji kesên hatine binçavkirin jî navê wan wiha ye: M. Alî Çetînkaya, Kezban Gizli, Nursel İlter, Feyzullah Ermiş, Recep Ermiş, Ferhat Kiliçarslan, Gabar Kurt, Yaprak Filiz, Belçin Akgunduz, Melek Akgul Karakoç, Haşim Tosun û Erol Alakuşin.
Hat zanîn kesên hatine binçavkirin li TEM'ê tên ragirtin.
(rc)