Dozger got 'Ewlehiya min tune' û neket jêrzemîna hovîtiyê
13:38
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizirê piştî nava rojê rêveberiya awarte hat rakirin, dozger çû taxa Cudî ya hêzên dewletê li jêrzemînan komkujî pêk anîbû. Dozgerê çû cihê bûyerê got "Ewlehiya min tune" û neket jêrzemîna hovîtiyê.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê li taxa Cûdî di jêrzemînan de komkujî pêk anîbû û zêdeyî 150 welatî qetilkiribûn. Piştî li Cizîrê nava rojê rêveberiya awarte hat rakirin, Dozgerê Komarê yê Cizîrê piştî çend roj şûnde hat kolana Bostanci ya taxa Cûdî lêkolîn bike. Dozger hat kolana Bastanci ya taxa Cûdî û xwest li jêrzemînên ku hêzên dewletê lê komkujî pêk anî lêkolîn bike. Parêzer û dozgerê ku di bin dorpêça polîsan de hat ber avahiya hêjmar 23., li gel abluqa polîsan got "Ewlehiya min tune" neket jêrzemînê. Li jêrzemîna ku birîndar û welatî lê hatin înfazkirin lêkolîn nekir. Lê jêrzemîna ku dozger neketê, yekîneyên lêkolîna cihê bûyerê ketin jêrzemînê û bêyî dozger lêkolîn kirin.
Parêzer û parazvanên mafên mirovan jî xwestin li cihê bûyerê lêkolîn bikin. Lê ev daxwaza parêzeran hat redkirin. Hat diyarkirin ku polîsên li jêrzemînê lêkolîn kir, delîlên li cihê bûyerê kom kirin. Parêzerên ku daxwazên wan hatin redkirin bertek nîşanî polîsan dan û diyar kirin ku 'li vir lîstika şano tê lîstin'
Dozger û heyeta pêre piştî jêrzemîna yekemîn a komkujî lê pêk hatibû ziyaret kir, derbasî jêrzemînên duyemîn û sêyemîn ên dewletê lê komkujî pêk anî û hêzên dewletê bi xwe enkaz kom kirin ziyaret kirin. Di jêrzemîna kolana Bostanci ya mirov lê hatin şewitandin û qetilkirin porê aydî jinekê hat dîtin. Dîsa di avahiyek din de hestiyê aydî mirovên hatine şewitandin hatin dîtin. Yekîneyên lêkolina cihê bûyerê minakên hatin dîtin kom kirin.
(dt/zt)