Jinên ku li Bayrampaşa çalakî pêk anîn hatin înfaz kirin
14:17
Adar
3
/ 2016
JINHA
STENBOL - Li dijî Midûriyeta Şaxa Hêzên Çevîk a Bayrampaşa çalakî pêk hat. Piştî çalakiyê polîsan li herêmê operasyon pêk anî û 2 jin bi îdîaya çalakvan in înfaz kirin
Li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê di saetên serê sibê de li hember Midûriyeta Şaxa Hêzên Çevîk a Bayrampaşa çalakiyek çekdarî pêk hat. Hat zanîn ku çalakî ji aliyê 2 jinên ve pêk hatiye. Piştî çalakiye polîsan li herêmê operasyon pêk anî. Polîsên li herêmê operasyon pêk anîn avahiyek dorpêç kirin. Piştî demekê 2 jinên li avahiya kolana Gazî ji aliyê polîsan ve bi îdîaya çalakvanin hatin înfazkirin.
(rc)