Ji 2'emîn Konferansa Jinê ya Cîhanê re rojên bi hejmar man
14:25
JINHA
HEWLÊR - Li payitextê Nepalê Katmanduyê di navbera 13 -18'ê adarê de bi şîara " Jinên Cîhanê bi çiyayên herî bilind ên cîhan ve hildikişin " 2'emîn Konferansa jinê ya Cîhanê tê lidarxistin. Berpirsiyara Navenda Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek diyar kir ku wê bi vê konferansê re rûhê çiyayên kurd bi çiyayên herî bilind re biidin naskirin.
Konferansa 2'emîn a Jinên cîhanê ku ya yekemîn di 2011'an de li Venezuelayê hat lidarxistin, di dîroka 13 heta 18'ê Adarê de li paytexta Nepal Katmandu tê lidarxistin. Konferans bi dirûşma "Jinên cîhanê ji çiyayên herî bilind ên cîhanê ve hildikşin", bi beşdarbûna jinên ji gelek welatan tê li dar xistin. Ji Kurdistanê jî ji Tevgera Jinên Kurd 9 kes tevli konferansê dibin. Berpirsa REPAK'ê Meral Çîçek ku wê tevli konferansê bibe, got: "Emê biçin da ku deng û ruhê çiyayên Kurdistanê bi çiyayê herî bilind ê cîhanê re parve bikin."
Meral Çîçek a ku ji bo 2'emîn Konferansa jinan a cîhanê wek Koordînasyona Rojhilata Navîn beşdar dibe diyar kir ku wê gelek aktîvîst û rêxistinên jinan beşdarî vê konferansê bibin. Çîçek derbarê armanca konferansê de wiha got: "Armanc ewe ku hemû rêxistinên jinan yên li her deverî xebatan didin meşandin, werin gel hev. Di navbera 13 heta 18'ê Adarê de wê gelek rêxistin, sazî û kesayet werin gel hev. Dirûşmeya vê konferansê 'Jinên cîhanê ji çiyayê herî bilind ê cîhanê ve hildikşin' ye. Ji ber ku Nepal li cihek wek çiyayê herî bilind ê cîhanê ango Hîmalaya û bêguman lûtkeya Everest e. Emê wek tevgera jinên Kurd ruhê çiyayê Kurdistanê bigihênin çiyayê herî bilind ê cîhanê. Ji çar parçeyên Kurdistanê û ji Ewrûpa em 9 kes beşdarî konferansê dibin."
'Em ê tecrûbeyên xwe li wir bi jinan re parve bikin'
Der barê bernameya konferansê de Meral dazanîn ku wê konferans 6 rojan berdewam bike û wiha pêde çû: "Roja destpêkê wê piştî merasima vekirinê du rojan xebatên atolya were meşandin. Bi 9 sernavan wê rêxistinên jinan ên herêmî xebatên xwe yên atolya biemşînin. Emê jî wek tevgera jinên Kurd di nava van 9 atolyayan de cih bigrin."
'Em ê li ser navê Kurdistanê di xebatên konferansê de cih bigrin'
Berpirsa REPAK'ê dazanîn ku ewê jî bi navê Kurdistanê tevlî konferansê bibin û wiha berdewam kir: "Di civîna konferansê de wê ji her welatî 5 jin wek delege beşdar bibin ku emê jî bi navê Kurdistanê wek welatekî tevlî bibin. Wê encamên xebatên atolya werin ragihandin û paşê li ser were nîqaşkirin. Herwiha wê raportek li ser rewşa jinan li hemû parzemînan were pêşkêşkirin. Bi vê ve girêdayî wê rewşa jinan, têkoşîn û pirsgirêkên ku pê re rû bi rû ne û çawa dikarin van zoriyan derbas bikin, wê were gotûbêjkirin. Ji ber ku konferans di heman de wek navenedek biryardayîn ye jî wê li ser têkoşîna hevbeş û biryarên der barê wê de nîqaş çêbibin. Herî dawî wê civînek çêbibe û her kesê tevlî bibe û encamê were xwendin."
'Em ê li wir behsa sûcên derveyî mirovahiyê yên dewleta tirk bikin'
Di derbarê rojeva jinên Kurd de jî Meral diyar kir ku ewê berxwedaniya Rêveberiya Xweser li Bakûr û Rojava vebêjin û got: "Rola û misyona ku jina Kurd di şoreşê de lîstiye. Herwiha emê şer û sûcên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk bixin rojevê. Herwiha emê tecrîda şidandî ya ku ji Nîsana 2015'an ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin jî bixin rojeva Konferansê. Li ser wê ku ti agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin û di mijara pirsgirêka kurd de muxatebê esasî ew e. Ji bo ku di vê derbarê de di konferansê de biryarek derbikeve."
'Zextên rejîma Îranê li ser jinan jî emê têxin rojeva konferansê'
Meral herwiha destnîşan kir ku gelek jin li Rojhilat û Îranê girtîne ku yek ji wan jî hevala me Zeyneb Celaliyane. Çîçek wiha domand: "Di serî de Zeyneb Celaliyan gelek hevalên me di girtîgehên Îranê de ne. Demek dirêje ji bo wan kampanyayek hatiye destpêkirin. Emê vê kampanyayê li Nepalê bikin rojev. Divê ji bo hewldanên azadiya wan jî biryarek derbikeve."
'Pîvanên serkeftina konferansê wergirtina biryarên radîkale'
Di dawiya axaftina xwe de Meral wiha axivî: "Em bi heyecanin. Emê deng û ruhê çiyayê Kurdistanê bi çiyayê herî bilind ê cîhanê re parve bikin. Xebatek mezin li benda me ye ji ber ku amadekariyek mezin ji bo vê konferansê hatiye kirin. Ez bawer dikim ku emê biryarên radîkal bigrin. Jixwe pîvanên serkeftina konferansê bi wergirtina biryarên radîkal e. Em wek jinên cîhanê divê di vê demê de biryarên radîkal bigrin û têkoşînek radîkal bê dayîn."
(mk)