Jinên Rojava bi çandina daran dê 8 Adarê pîroz bikin
15:11
JINHA
HESEKÊ/DIRBÊSIYÊ - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li bajarê Dirbêsiyê dê jin 1000 dar biçînin û li Hesekê jî bi hevkariya Desteya Jin û Kongreya Star semîner hat dayîn.
Bi boneya 8'ê Adarê jinên bajarê Dirbêsiyê û Hesekê a Kantona Cizîrê dest bi amedekariyê xwe kirin. Li Dirbêsiyê bi pêşengiya Desteya Ekolojiyê Kantona Cizîr û Kongreya Star di 8'ê Adarê de 1000 dar bêne çandin. Çalakî bi dirûşmeya "Jin dara jiyanê ye" wê bê li darxistin. Endamên Desteya Ekolojî û Kongreya Star bi cil û bergên xwe yê gelerî derî bi derî digerin û xebatê xwe pêk tînin.
Li bajarê Hesekê jî bi boneya 8'ê Adarê Desteya Jin û Kongreya Star ji bo jinan semîner lidarxistin. Semînera ku bi dirûşma "Bi têkoşîn û berxwedana jinê wê bihara gelan şîn bibe" li gundê Başiyê a girêdayî bajarê Til Berek û gundê Berzana Hesekê hatî lidar xistin rastî eleqetek mezin hat.
Di semînerê de qala têkoşîn û berxwedana jin hat kirin û li ser girîngiya 8'ê Adarê hat seknandin.
(şe-ee/hs/rc)