Jinên Efrînê bajarê xwe dixemlînin
15:40
Adar
3
/ 2016
JINHA
EFRÎN - Lijneya amadekar a 8'ê Adarê çalakiyên xwe yê îsal li Efrînê bi dirûşma, "Dê berxwedana Bakûr bi serkêşiya jinên 8'ê Adarê biser bikeve" despêkir.
Amedekariya 8'ê Adarê li tevahî Kurdistan û cîhanê bi coşek mezin berdewam dike. Li Kantona Efrînê bi pêşengiya Lijneya Amedekar jin kolan bi kolan gerîn û xebatê xwe pêk anîn. Jinan panqertên "Jina azad misogera civakek azade" û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daliqandin. Xebatê jinan li bajêr dê heya 8'ê Adarê berdewam bike.
(fr/hs/rc)