Berna Yilmaz : Em perwerdeya bêpere dixwazin û em ê bigirin

15:50

JINHA

STENBOL- Li Byrampaşaya Stenbolê ji ber ku li hemberî karakola polîsên hêza çelîk çalakî pêk anîn û hatin qetilkirin Berna Yilmaz a ku di Komxebata Romanê ya di 14'ê adara 2010'an hatî lidarxistin de cîhgirtî jî hebû.

Ji jinên ku Îro li Bayrampaşaya Stenbolê ji ber ku li hemberî karakola polîsên hêza çelîk çalakî pêk anîn û hatin qetilkirin Berna Yilmaz di Komxebata Romanê ya k udi 14'ê adara 2010'an de hat lidarxistin pankarta ku li ser "Em perwerdeya bêpere dixwazin û em ê bigirin" vekiribû. Berna ji ber vê çalakiya xwe bi îdiaya 'propagandaya rêxistinê kiriye' hatibû girtin 19 mehan di girtîgehê de mabû.

Wekî bombeya zindî hatibû pênasekirin

Ji jinên ku li Bayrampaşayê hatin qetilkirin yek jê jî Çîgdem Yakşî bû ku ji aliyê dewlet ve beriya hilbijartinê 30'ê adarê hedef hatibû nîşandan û bi sûcdariya bombeya zindî hatibû sûcdarkirin. Parêzerên Çîgdem jî der barê sûcdarkirina Çîgdem ya ji aliyê dewletê ve daxûyanî dan û wiha gotin: "Ger ku polîs kê hedef nîşan bidin ew kes tê girtin û dikeve hedefa polîs û dewletê û tên kuştrin. Ji ber ku dewlet wan hedef nîşan dide."
Her wiha tevî qetilkirina Çîgdem û Berna hejmara jinên ku li Stenbolê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkrin gihîşt 7 kesî.

(mk)