'Jin li vîkîpedî dinivîsînin'

15:59

JINHA

ENQERE - Çalakiya 'Em li Vîkîpedîyê Jinan Dinivîsînin' di hefteya Roja Jinên ên Cîhanê de pêk bê de naveroka Vîkîpedî li gorî nêrîna wekheviya civakê ya zayendî bê nûkirine.

Çalakiya 'Em li Vîkîpediyê Jinan Dinivîsînin' di hefteya Roja Jinên ên Cîhanê de pêk bê naveroka Vîkîpedîa yê bi navê 'ansîklopediya azad a ku ji herkesî re vekirî' gorî nêrîna wekheviya civakê ya zayendî bê nûkirin. Bi vî awayî di naveroka vê platforma agahiyan dide de dîtina jinên ku di her kêliyên jiyanê de ked dide û dijî dê zêde be.

Çalakiya ku bi hevkariya Sefareta Fînlandiyê û Komeleya Lêkolîn û Ragihandina Jinên Uçan Supurgeyê li Cer Mordernê pêk were, rojek beriya Roja Jinên Cîhanê ku ji bo xurt kirina navbera teknolojî û jinan bê kirin dê dest pê bike. Komeleya Uçan Supurge di daxuyana xwe de derbarê vê mijarê de ev tişt anîn ziman: "Beşdervanan li qadên cur bi cur de wekî; wêje, mîmarî, siyaset, teknolojiya zanistî, zanista fenî, rêxistinî hwd. ji bo jinên ked dane, mohra xwe li dîrokê xistine ji Vîkîpedî re binivîsînin û hêmanên nû li ansîklopediyê jî bê zêde kirin. Her wiha nivîsên heyî ku li http://www.tr.wikipedia.org hene bi zimanê jinan re ji nû ve bê nivîsandin. Beşdervan bi du şeklî dikarin tevli bibin; li gori hêmanên ansîklopedî ku bê nivîsandin (jina ku dixwazin di Vîkîpedî de cih bigire) an berê bê amadekirin an hêmanan ji lîsteyan mînakên ku ji aliyê ekîba organîzasyonên ve hatine çêkirin hilbijêrin û binivîsînin. Di her du rewşan de hemû beşdervan pêwîstin bi kompîturên xwe yên serçokan, i-pad an bi telefona bên."

Dê ansîklopediya ferazî ji hemû kesên ku dixwazin jinan binivîsin re vekirî be. Herî dawî hat gotin ku kesên ku dixwaze beşdar bibe e-postake ji gulden.bostanci@cermodern.org re bişîne.

Çalakî di 7'ê adarê roja duşemê saet 18:00 de li Cer Modernê pêk were.

(ae/zt)