Jinên Êlihê di nava çalakiyên 8’ê Adarê denin
16:05
JINHA
ÊLIH – Hevparên KJA’yê yên Êlihê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de çalakî li darxistin û di çalakiyê de banga beşdariya mitînga roja 5’ê adarê li jinan hate kirin.
Hevparên Kongerya Jinên Azad (KJA) li Êlihê di çarçoveya xebat û çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê rêzeçalakiyên xwe berdewam dikin. Bi pêşengiya KJA’yê li ber Sînemay Yilmaz Guney daxuyanî hate dayîn û jinan çalakî li darxistin. Di çalakiyê de Parlementera HDP’ê ya Êlihê Sadet Becereklî, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel û gelek jina amade bûn. Her wiha balkêş bû ku jinên Êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê koçber bûne Êlihê jî beşdarî çalakiyê bûn.
Jinên hatin qetilkirin dan nasîn
Beriya daxuyaniyê jinan balonên bi rengên mor û sipî yên navê jinên di nav berxwedana xwerêvebiriyê û ji aliyê hevjîn û nasên xwe ve hatine qetilkirin li ser nivîsandî hildan. Bi lêdana erbaneyan sloganên “Bijî 8’ê Adarê”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” hate berzkirin. Jin bi kincên xwe yên heremî reng dan çalakiyê û pankarta “Jin pêşengên civak û berxwedanê ne” hate vekirin û pêlavên jinên hatine qetilkirin li erdê rêz kirin. Gelek jin yek bi yek xwe li ser navê jinên hatine qetilkirin dan nasîn û behsa hovîtiya li ser bedena jinê kirin.
‘Em ê berxwedana Sêvêyan bilind bikin’
Li ser navê jinan derûnînasa Navenda Şêwirmendiya Jinan a SELÎS’ê Zelal Ekdî daxuyanî xwend û diyar kir ku ew ji bo berxwedana Sakîneyan, Sêvêyan, Cemîleya bedena wê di sarincê da hate veşartin û Ekîn Wan û Cahîdeya bedena wê hate teşhîrkirin li qada ne û got ku ji bo ew berxwedana wan bigihînin rûmetê dê dengê xwe û têkoşîna xwe bilind bikin.
Di çalakiyê de parlementer Saddet Becereklî jî axivî û destnîşan kir ku ew di pêvajoyek şîdeta li hember jinê pêk tê de debas dibin û bang li jinên Êlihê kir ku roja 5’ê adarê bi rûhê berxwednê beşdarî mîtîngê bibin.
Çalakî bi firandina balonan û çepikan dawî bû.
(bg/zt)