Sêvê, Pakîze û Fatma li ser gorên xwe hatin bîr anîn
16:22
JINHA
ŞIRNEX - Di çerçoveyê bernameyê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê jinên Şirnexê sê siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar ên ku li Silopî hatine qetilkirin ser gorên wan bi bîr anîn.
Jinên Şirnexê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê sê siyasetmedarên jin Endama Lijneya Rêveberiya KJA'yê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel ya Silopî Pakîze Nayir û endama KJA'yê Fatma Uyar ên ku li Silopî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin ser gorên wan bi bîr anîn. Jinên ku li Bahçelîevler hatin ba hev, bi berzkirina dirûşmeyan heya Goristana Nalaro meşiyan. Jin di meşê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin" berz kirin. Dayîka Hevseroka Meclîsa Gel ya Cizîrê Mehmet Tunç û Fatma Uyar jî tevlî meşê bibûn. Jin gorê hersê jinan bi qerenfîlan xemilandin. Endama Navenda Şêwirmendiya Jin a Zehîde, Eda Bazenciroglu di merasîmê de axivî û wiha got, "Em ê alê têkoşîna hevalên xwe ên ku hatine qetilkirin hildin û soza heya dawî berxwebidin didin wan."
Eda destnîşan kir ku ew di şexsê Sêvê û Fatma de tevahî jinên hatine qetilkirin bi bîr tînin û wiha got, "Ji roja ku jin di febrîqeyan de hatine şewitandin heya roja îro zîhniyeta dewletê mixabin ne hate guhertin. Di dîrokê de jin di febrîqeyan de hatin şewitandin roja îro jî di jêrzemînan de. Sêvê, Fatma û Pakîze bi aweyek hovane hatin qetilkirin. Li Cizîrê bedenê hevalên me ên jin hatin teşîr kirin. Polîtîkayê qirêj a li hember jinê hîna bi bandore."
Merasîma bîr anînê bi xwendina helbestê ku bavê Fatma Uyar ji bo hersê jinan nivîsî bi dawî bû.
(rc)