Bultena Jinan a Şaredariya Peyasê derket
16:50
JINHA
AMED- Yekemîn Bultena Jinan a Şaredariya Peyasê bi dirûşmeya "Em bi feraseta ekolojiya demokratîk, rêveberiyên heremî ya azadiya zayendî derketin rê" hat weşandin.
Yekemîn Bultena Jinan a Şaredariya Peyasê derket. Bultena ku bi dirûşmeya "Em bi feraseta ekolojiya demokratîk, rêveberiyên heremî ya azadiya zayendî derketin rê" hat weşandin ji bilî faliyet û xebatên girêdayî Mudiryeta Jinan cih dide gelek nivîsên ku ji bo jinên têkoşer hatine nivîsandin jî. Di Bultenê de gelek nivîs û nûçeyên wekî; "Em bi feraseta ekolojiya demokratîk, rêveberiyên heremî ya azadiya zayendî derketin rê", "Saziyên me jinan gazî jiyana çandî û civakî dike", "Wek yek jê ji dîroka berxwedanê 8'ê Adarê", "Pêşengeha atolyeya cil û bergan hat vekirin" cih digire.
Her wiha li paş rûpela dawî ya bultenê de jî agahî û hêjmarên sazî û dezgehan ji bo jinên ku li dijî tundiyê tên serîlêdin hene.
(eca/rc)