Mihrîhrîcana Fîlm mor, Perdeya xwe ya mohr vekir
16:51
Adar
3
/ 2016
JINHA
STENBOL - 14'emîn Mîhrîcana Gerok a Fîlm Mor ya Fîlmên jinan a Navneteweyî bi dirûşma 'Hevkariya jinan dide jiyîn' di 12'ê Adarê de dikeve rê û li 7 bajaran 7 hefteyan ji bo temaşevanên xwe perdeya xwe ya mohr vedike.
Mîhrîcana Gerok ya Fîlmmorê ya Fîlmên Jinan, xeyalên jinan, keda wan, hêviyên wan ên ji jiyanê û têkoşîna wan a li dijî zîhniyeta baveksalarî tîne pêşberî temaşevanan. Di mîhrîcanê de ji Amerîka, Hindistan, Hollanda, Tirkiyê û ji Swêdê 6 fîlmên ku mijara wan jiyan û têkoşîna jinan vedibêje cih digirin.
(mk)