Ji malbatê şehîdan re şahiyek taybet

18:28

JINHA

RIMÊLAN - Bi însiyatîfa xebatkarên jin ya şaredariya Girkê Legê ji bo malbatê şehîdan şahiyek organîza kir.

Li bajarê Girkê Legê bi însiyatîfa xebatkarên jin ya Şaredariyê ji bo malbata şehîdan şahiyek taybet hat organîza kirin. Di şahiyê de girîngiya 8'ê Adarê hat vegotin. Ser navê şaredariyê Heznê Temo axivî. Heznê di despêka axaftina xwede bixêrhatinê li malbatê şehîdan kir û wiha got, "Em bi wesileya 8'ê Adarê tevahî jinên têkoşer bi bîr tînin û biryarê girêdanbûna xwe nû dikin ji tevahî malbatê şehîdan re."

Piştî axaftinan xwarin hat belav kirin û şahiyek biçûk hat organîze kirin.

Şahiyeke taybet a 8'ê Adarê ji bo malbatên şehîdan organîze bû.

(sx/hs/rc)