Li Wanê panêl bi boneya 8 Adarê hat lidar xistin
18:44
JINHA
WAN - Li Artemêtê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, ji aliyê hevparên KJA'yê ve panelek hate lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe di panelê de axivî û diyar kir ku ên li heremê bedana jinên hatine qetilkirin tazî dikin, piştre jî didin çapemeniyê, xwedî heman zihniyeta yên li Şengalê jinan direvînin û di bazarên koleyan de difiroşin e.
Li Salona Konferansê ya Şaredariya Artemêtê ji aliyê Kongreya Jinên Azad (KJA) ve bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê panelek hate lidarxistin. Panel bi tevlibûna Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, Aktivîsta KJA'yê Zeynep Altunkaynak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, Wekîla Hevşaredara Artemêtê Nurhayat Çelîk û gelek jinan pêk hat. Di panelê de piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê, nameyên Hevşaredara Artemêtê Sevîl Rojbîn Çetîn û Hevşaredara Erdişê Dîba Keskîn ku di Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê de tên girtin hatin xwendin.
Hevşaredaran di nameyên xwe de 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin. Di nameyê de hate diyarkirin ku her tim ji aliyê desthilatdaran ve jin hatine qetilkirin û ev tişt hatin gotin: "Van rojan li heremê ev êrîş gelek zêde bûne. Jinên kurd bi fedakariyek mezin, beramberi bedelên giran vê têkoşînê dimeşînin. Ên ku îşkence li bedena Ekîn Wanê kirine. Dîsa ên dayîka Taybet Înan qetilkirin û hefteyekê îşkence li bedena wê kirine, nêrîna xwe ya li hemberî jinê dane nîşandan. Jinên kurd li hemberî van êrîşan tu carê bêzar nabe û wê têkoşîna xwe bilind bike."
Piştî xwendina nameyan Wekîla Hevşaredarê Artemê Nurhayat Çelîk axaftinek kir. Çelîk destnîşan kir ku di dîrokê de her tim jin rastî êrîşan hatine û ev êrîş jî bi piştgiriya zihniyeta baviksalariyê pêk tên. Çelîk di berdewamê de anî ziman ku îro jinên kurd tên qetilkirin û bedena wan a tazî di çapemeniyê de tê teşîrkirin. Çelik wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev zihniyeta DAIŞ'ê bila vê yekê ji bîr neke; dema dewletê xwe ji bo zulmê tazî kir, jin jî kirasê bexwedanê li xwe dikin."
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe ku piştî Çelîk di panelê de dora axaftinê girt, anî ziman ku AKP'ê êdî buye dewlet û li hemberî gelê kurd li heremê dest bi êrîşan kiriye. Ozgokçe, her wiha bilêv kir ku hikûmeta AKP'ê di nava tirsekê de ye û ji ber vê tirsê hem li derva hem jî di hundir de ketiye nava tengasiyek mezin. Ozgokçe, got ku piştî bangên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yên ji bo aştiyê, AKP ketiye nava tirsekî mezin û wiha pêde çû: "Piştî bangên aştiyê yên Birêz Abdullah Ocalan, AKP'ê kete nava tirsekî. Ji ber vê jî dest bi dijminiya aştiyê kir. Niha di bin navê 'Têkoşan li hemberî terorê' li heremê ji salên 90'î zêdetir, wehşetekî dimeşîne. Di van êrîşan de jî armanca wan ya sereke jin û ciwan in. Ji ber ku jin û ciwan pêşengiya têkoşînê dikin dibin hedefa wan. Ên ku bedena Ekîn Wanê û jinên din di çapemeniyê de teşhîr kirine, xwedî heman zihniyeta DAIŞ'ê ku li Şengalê jin revandin û di bazarên koleyan de difirotin e."
Piştî Ozgokçe Aktivîsta KJA'yê Zeynep Altunkaynak jî axaftinek kir û da zanîn ku têkoşîna jinan ji destpêka dîrokê heta niha berdewam e. Altunkaynak, derbirî ku têkoşîna azadiya jinê di heman demê de têkoşîna azadiya civakê ye jî û da zanîn ku jinên kurd bi zanîsta 'Jineolojiyê' di têkoşîna jinan de astek gelek bilind derxistiye holê.
Di dawiya panelê ji jin bi hevra rê ketin û çûn li navçeya Çîçekliya, Artemêta Wanê û li vi jî Jina bi navê Taybet Înan'a ku li navçeya Şirnexê Cîzîrê bi destê Tîmên taybeta dewleta tirk hatî qetilkirin ra Pêşdibistan a Zaroka bi navê Taybet Înan hat amadekirin. Piştî vekirina Pêşdibistanê jî jinan pê sloganên " Jin jiyan azadî " û tilîliyan dawîbû.
(hk-nş/rc)