Kongreya Star li Kobanê belavokên 8 Adarê belav kirin

19:05

JINHA

KOBANÊ - Kongreya Star belavokên 8'ê Adarê li şêniyên bajêr belavkirin.

Kongreya Star bi boneya vexwendina jinan ji bo çalakiyên 8'ê Adarê belavok li çar taxan a Kantona Kobanê belav kir. Jinan cilên Kurdî li xwe kirin, li nav kolan û taxan geriyan û belavok dane welatiyan. Di belavokê de bangewazî ji tevahî jinan re hat kirin. Herwiha tê xwestin ku jin bi hêza Xwedawend Îştaran asta têkoşîna xwe bilind bikin. Di belavokê tê gotin: "Em wek Kongreya Star 8'ê Adarê di serî de li rêhevalê jinan Rêber Apo û tevahiya jinan pîroz dikin"

Di belavokê de bangewazî li jinên Kantonê hat kirin ku bi awayek çalak tevlî çalakiya 8'ê Adarê bibin.

(ze/jh/rc)