Kêliyên Hestyar ên Mîhrîcanê
19:08
JINHA
QAMIŞLO- Mihrîcana 'Em ê Jiyanê Bi Hunera Jinê Bixemlînin' li salona Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo di roja duyem de rastî elaqeyek mezin a jinan hat.
Mîhrîcana 'Em ê Jiyanê Bi Hunera Jinê Bixemlînin' ku ji hêla Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve hatiye organîzekirin, di roja duyem de dewam kir. Mîhrîcan di saat 2 nîvro li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo destpêkir û kêliyên hestyar bi beşdaran da jiyîn. Di beşa îro ya mîhrîcanê de jinan çîrok, seneryo û helbstên xwe bi Kurdî, Erebî û Suryanî xwendin. Di piraniya çîrokan de rastiyên jiyana gelan û serpêhatiyên di dema şoreşa Rojava de rû dane bi pênûs û dengê jinan hate ziman. Di dema xwendina çîroka 'Hêviya Di Şeveke Tarî de' a nivîskar Zinarîn Diyar, di salonê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn û bi çepikên germ ên beşdaran re pêşwazî bû. Zinarîn Diyar di çîroka xwe de bandora şer li ser dayîkê girtiye dest.
Jinên Rojava bi rêya helbest û çîrokên xwe ku radestî mîhrîcanê kirine hewl didin rastiya şoreşê bi zimanê jin vebêjin. Di xwendina helbestan de kêliyên hestyar bi guhdaran dane jiyîn.
Mîhrîcan wê sibê bi pêşengeha wêneyan bidome.
(kom/rc)