Jinên Kerkukê: 8'ê Adarê roja hesab pirsînêye
09:00
Şengar Bradost/JINHA
KERKUK - Jinên bajarê Kerkukê diyar kirin ku 8'ê Adarê roja hesab pirsîna ji deshilatdarane û goti; "Em bi giyana YPS- JIN xebatên 8'ê Adarê birêvedibin. Bi heman giyanê em bang li tevahî jinan dikin dakevin qadan û hêza xwe nîşan bidin."
Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jinên Başurê Kurdistanê jî weke her deverê li ser piyanin. Li bajarê Kerkukê jî xebatên ji bo 8'ê Adarê berdewam dikin. Jinên Kerkukê dan zanîn ku ewê hesabê jinên Şengalê ji rêveberên Başurê Kurdistanê bipirsin û wiha gotin; "Ji bo em carek din rastî van komkujiyan neyên pêwîste em wek jin di felsefeya jina azad de xwe kur bikin. Çûnkî ev hizir jinên şoreşger ên Rojava û Bakur afrandin."
Aktîvîsta rêxistinên jinan Basîme Cemal Alî ya Ereb da zanîn ku ew wek jinek Ereb hêz ji jinên Kurd yên di çeperên şer de digirin û wiha dom kir: "Jin li seranserî Îraq û taybet jî li Kerkukê di her alî de rastî tundî, zilim û ne wekheviyan tên. Herî zêde jin ji şer bandor dibin. Kêmbûna jinan di nava karên civakî de dibe sedema pirsgirêkên civakê jî roj bi roj zêde dibin. Jin xwedî hêzek cewheriye, lê dengê jinan hatiye birîn. Karê destpêkê were kirin jin kirina îradeye. Pêwîste di 8'ê Adarê de jin hev bigirin, rêxistin bûna xwe bikin yek."
Basîme ji bo çelenkbûna jinên kurd ên ku ji jinên cîhanê re bûne mînak jî wiha acivî: "Jin dikare hertiştî bike, çûnkî em dibînin jin di çeperan de şer dike. Li Çiyayên Kurdistanê û eniya Kerkukê em cesaret û vîna jinên kurd dibînin. Em hêz ji wan digirin. Ez ji wan re serkeftin dixwazim, dibêjim afrîn ji wan re."
'Em bi giyana YPS-JIN û YPJ'ê dadikevin qadan'
Fikirye Mihemed jî da zanîn ku ew di wê baweriyê denin heya jin azadnebe civak azadnabe û wiha berdewam kir: "Bi baweriya heya jin azad nebe civak azad nabe em kar dikin. Helwest girtin di vê rojê de giringe. Ji bo wê jî di vê rojê de em dadikevin qadan. Em îradeya jin nîşanî her kesê didin. Em di vê rojê de daxwaziya azadiya Rêber Apo dikin. Ji ber ku ew Rêberê azadiya jinane. Em bi rihê YPS- JIN û YPJ'ê xebatan dikin û bang li tevahî jinan dikin dakevin qadan."
'Pêdivî bi hêza parastina jinan a navnetewî heye'
Dilvan Ekrem jî daxwiya kirin ku pêwîstya wan bi parastina cewherî heye û wiha domand: "li Efxanistanê bi navê namûsê jin tên recim kirin, li îranê tên darve kirin, li Kurdistanê cihên wek Şengal tên dîl girtin û rasî kiriyarên dervey mirovahiyê tên. Ser jina bazirganî tê kirin. Li Nîjeriya yê jî weke çeteyên DAÎŞ'ê çeteyên bi navê Bako-Heram tên nasîn jinan qetilam dikin. Li hember van hemû êrişan jin li ber xwe didin, lê ev têrê nake. Çûnkî ev bûye zihinyetek kur. Ji bo wê jî ez pêwîstî bi avakirina hêza parastina jinan a hevpar û netewî dibînim."
"Kirbûyîna di felsefeya jinan azad de çareseriya pirsa jinê ye"
Lavîn Nuredîn jî destnîşan kir ku têgihiştina felsefa jina azad çareserya pirsgirêkên jinane û wiha axvî: "Ez wê rojê ji hemû jinên di nav berxwedaniyê li serê çiya, li zîndanan û li qadan pîroz dikim. Em wek jinên bajarê Kerkuk di vê rojê de dadikevin qadan û daxwaziya azadiya xwe dikin, daxwaziya dîroka xwe dikin. Ji ber ku dîroka me ji aliyê zihiniyeta zilam ve ji holê hatiye rakirin. Dîroka me jinan tijî destanên berxwedaniyê ye ji bo wê jî hişmendiya deshilatiya mêran ji dîroka me ditirsin. Pêwîste em vê rojê bikin roja hesab pirsînê. Hesabê jinên Şengalê, hesabê jinên rojane ji aliyê zihinyeta deshilatdar ve tên qetil kirin. Em hesabê jinên Şengalê ji deshilatdarên Başurê Kurdsitanê di pirsîn. Ji bo em carek din rastî van komkujiyan nemînin Pêwîste em wek jin di felsefeya jina azad de xwe kur bikin. Çûnkî ev hizir jinên şoreşger ên Rojava û Bakur afrandin."
(zt)