Jinên Wanê bi rengê xwe 5 Adarê dê li qadanbin
10:12
JINHA
WAN- Li Wanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhane, bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Wanê dê pîrozbahiyek girseyî di 5'ê Adarê de pêk were ji ber vê bang li tevahî jinan hat kirin û wiha hat gotin, "Ji bo xwedî li Sêvê, Pakîze û Fatma û jinên ku bedena wan hatî teşîrkirin derên, em ê jin hemû bi rengê xwe li qadanbin.”
Li Wanê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê amedekariya mitînga ku pêk bê temam bûn. Di pêşengiya KJA’ya Wanê îsal bi dirûşmaya "Jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe li berxwedidin" dê di 5’ê Adarê de seat 10.00’de li Parqa Musa Enter jin werin ba hev û mitîgek girseyî pêk bînin. Pîrozbahiyê 8'ê Adara îsal yê li Tirkiyê û Kurdistanê wê diyarî hersê jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên ku li Silopî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin bê kirin. Endama Komîsyona Amedekar a 8'ê Adarê Alev Taş agahî derbarê amedekariyên xwe de parvekir û diyar kir ku ji ber komkujiya li ser jinan ya ku îsal pêk hatî dê li qadan bi rengê xwe berxwebidin.
‘Em ê qadande dengê xwe bilind bikin’
Alev destnîşan kir ku çalakiya 8'ê Adarê îsal ji bo wan gelek girînge û wiha got ew ê bi dirûşmeya, "Bi rûhê Ekînan heya Sêvêyan a berxwedanê jiyana xweser bihûnin û ber bi azadiyê ve bimeşin" derbikevin qadan. Alev got: “Li ser axa Kurdistanê qedexeyên kolana, êrîşa dewletê û bedena jinê tê teşîrkirin û îşkence kirin. Em ji bo jinên hatine qetilkirin li qadanbin û xwedî li berxwedana wan derên. Em jin dê bibin mîrateyên Ekîn û Sêvêyan û li tevahî qadan xwedî li berxwedan û mîrateyê wan derên."
‘Em ji bo keda jinên kedkar derbikevin qadan’
Alev ji bo mitînga ku di 5’ê Adarê de pêk were bang li hemû jinên Wanê kirin û got: “Em bendê tevahî jinên Wanê ne ku beşdarî pîrozbahiya 8'ê Adara îsal bibin. Ji bo xwedî derketina kedê tevahî jinên cîhanê em li qadanbin."
‘Ji bo xwedî li Sêvê, Pakîze û Fatmayan derên tev li mitîngê bin'
Komîsyona teknîka çalakiyê Nuroj Varli jî diyar kir ku Hevseroka Giştî a HDP’ê Fîgen yuksekdag, Parlementerên HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer û Bedîa Ozgokçe û ji hûnermendan Nurcan Degirmencî û Kevser Colemerg jî dê tevlî pîrozbahîya 8’ê Adarê bibin. Nuroj da zanîn ku ew belavok li navçe û bajêr belav kirine û got ew afîşên 8'ê Adarê jî nava bajêr de daliqandine.
(hk/rc)