'Bi rûhê berxwedana Sêvêyan em ê li qadanbin'

10:14

JINHA

AMED - Jinên amedî bang li tevahî jinan kirin ku tevlî çalakiya 8'ê Adarê ya ku li Qada Îstasyonê dê pêk were kirin. Jinan diyar kirin ku bi rûhê Sêvê û Pakîzeyan ew ê li qadan bin û wiha gotin: " Pêwîste ku hemû jinên amedî ji heftan heta heftê salî li mala xwe nesekinin. Hewceye ji îşkence û ji qetilkirina jinan re bêjin êdî bes e. Ji ber vê yekê jinan gazî qadan dikin."

Jinan li Amedê banga mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên ên Cîhanê ku li Qada Îstasyonê pêk were kirin. Jinan xwestin ku jin di meşa 8'ê Adarê de bi nasnameya, ziman û rengên xwe li qadan bin û wiha gotin: "Êdî jin li hemberî zextan divê li qadan dengê xwe bilind bikin. Êdî jin ji bo ku bikaribin ji tecawiz, îşkence û dest dirêjiya jinê re bêjin bes e û li qadan bin."

Merve Var, diyar kir ku divê jin êdî bi rengê xwe li qadan bin û wiha axivî: "Em hemû jinên amedî di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên ên Cîhanê de veduxwinin qadan. Hewceye ku ji bo seknandina li hemberî teşhîrkirina bedena jinan, tecewiz û tundiyê divê hemû jin li Qada Îstasyonê bin. Pêwîste ku hemû jinên amedî ji heftan heta heftê salî li mala xwe nesekinin. Divê ji îşkence û ji qetilkirina jinan re bêje bes e. Ji ber vê yekê jinan gazî qadan dikin."

Merve bi lêv kir ku hemû jin li hemberî zextan dengê xwe bilind bikin û ev tişt anî ziman: " Divê êdî jin li hemberî zextan li qadan dengê xwe bilind bikin. Ji bo bikaribin ji tecewiz û qetlîama jinê re bêjin êdî bes e li qadan bin. Em jin mafên xwe yên jin dixwazin. Divê em bi gotina jin, jiyan, azadi bêjin bes e."

Şehrîban Guneş jî da zanîn ku bi ruhê sê jinên siyasetmedar ên ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji aliyê dewletê ve hatibûn qetilkirin li qadan bin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: " Em bi ruhê Sêvê û Pakîzeyan jinên amedî vedixwînin Qada Îstasyonê."

(ea/rc)