'Divê em jinên Başur jî weke jinên Rojava û Bakur serîhildin'
10:36
JINHA
SİLÊMANÎ - Bi diruşma 'Ji bo xwerêveberiyek azad û civakek demokrat jin daketine qadan' li bajarê Silêmaniyê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de rojnamevan Semîre Mihemed got; "Em jin hemû dizanin ku li Kurdistanê jin bi vîna û biriyardariya xwe dikare ji bin deshilatiya mêran derkeve û xwe bigihîne asta herî bilind."
Li Bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanên (RJAK) di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji bo jinan panelek amadekir. Panel li Pirtûkxaneya Endêşe hat li darxistin. Di panelê de Seroka Desteya Parastina Mafê Jinan li Parlementoya Başurê Kurdistanê, Seroka Koma Jinên KNK'ê Perwîn Ezîz, Nunera Tora Hevbeş Jinan a Başurê Kurdistanê Rojnamevan Semîre Mihemed û Endama Desteya Rêvebera RJAK'ê Bêrîvan Mihemed weke axaftvan beşdarî panelê bûn.
'Karê destpêkê bêkirin rizgarkirina jinên Şengelê ye'
Di panelê de despêkê Seroka Desteya Parastina Mafê Jinan li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Êvar Îbrahîm axivî. Êvar got; "Ew jinên ku ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin, rewşek pir zehmet derbas kirin. Mixabin hîna gelek jinên din di destê çeteyan de dîl tên ragirtin. Ji bo rizgakirina wan ti hewldanek cidî jî nayê kirin. Li aliyê din jî mafê jinan her roja diçe hîn zêdetir tê binpêkirin, bi teybet jî li Başûrê Kurdistanê. Ji bo wê divê em hewldan û xebata xwe bilintir bikin. Ji bo rizgarkirina jinên di destê DAIŞ'ê de hewldanek mezintir bikin. Êdî jin gihaye asta bikare dakeve qadan û parastina mafê xwe bike. Em îro dibînin jin ji bo azadî û demokrasiyê daketine qadan û parastina mafê xwe dikin."
Nûnera Tora Hevbeş a Jinan li Başurê Kurdistanê Rojnamevan Semîre Mihemed jî di çapemeniyê de zoriyên jinên kurd dibînin wiha nirxand; "Destpêkê ez spasiya RJAK dikim ji bo saz kirina van panêlan ku giringyek xwe zêde hene. Li gorî min pêwîstiya me jinan di vê demê de zêtir bi van cûre çalakiyan heye. Pêwîste em di rêka van çalakiyan da civakê şiyar bikin. Di van cureyên panêlan de fikir rêbazên nû ji bo çareser kirinê pêş dikevin. Ser rastiya jin û civakê nirxandin tên kirin û em zêdetir hev têdigihin.
Di asta ragihandin û çapemeniyê de jin li astek pir paşdenin û kêm tên hiştin. Her wiha di karê ragihandinê de astengiyên pêşiya jinan jî zêde ne. Bi teybetî jî li Herêma Kurdistanê jin di aliyê ragihandinê û xebatên civakî de pir paşda tê hiştin. Sedema wê ya sereke jî nêzîk bûnên zayend perest û mêr salarî vê ser jinê ferz dikin. Dîsan jî jin li hemberî van hemû zoriyan serî hildide û di qada çapemeniyê de jî hebûna xwe nîşan dide."
'Çareseriya tevahî qirîzan azadiya jinê ye'
Endama Desteya Rêveber a RJAK'ê Bêrîvan Mihemed jî destnîşan kir ku di xelekên dîrokê de jinên kurd hebûna xwe nîşan dane, di demên dawiyê de li Rojava û Bakur jinên kurd bûn mînak divê ev li Başur jî despêbike û wiha domand; "Di tevahiya dîroka mirovahiyê de jin xwedî erk û rolek giring bûye. Îro bi teybetî li Kurdistanê di têkoşîn û hemû berxwedanên tên kirin de jin xwedî rolek giringe. Jin ji bo azadî û demokrasiyê daketine qadan. Her wiha jin gihane asta parastina mafê xwe. Me ev li Rojava û li Bakûrê Kurdistanê bi zelalî dît. Me rola jinê ya di têkoşîna li hemberî dagirkeran de baş dît. Pêwîste li Başûrê Kurdistanê jî jin bi heman pêşengî û rola xwe rabe. Ji bo ku em pirsgirêk û qirîzên Başurê Kurdistanê çareser bikin pêwîste dest pêkê li ser îradeya azad ya jinan bê gotûbêj kirin çûnkî jin di navenda biriyarê de nîne."
Seroka Koma Jinan a KNK'ê Perwîn Ezîz jî anî ziman ku divê jin di nava saziyên civakî de hîn zêdetir xwedî vînbe û wiha berdewam kir; "Em dibînin di gelek rêxistin û saziyan de tenê jin ji bo nav hene. Di van cihan de ji bo jinan ti rolek nayê dayîn. Ji bo pêşketina jinan jî hewldan nayê kirin. Bi teybetî li Herêma Kurdistanê jin timî di astekî duyem de tê hiştin. Pêwîste ev bê derbaskirin. Jin di civakê de ne kesê duyem, yekem. Ji ber di hemû çalakiyên azadî û demokrasiyê de jin pêşenge."
(Şb/zt)