Dengê jinên Liberya: Radyo Jinên Demokratîk a Liberya

11:43

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li Liberya yê rastî şîdet û tecevûzê hatî, ji bo serpêhatiyê jiyana xwe ji mirovan re raghînin di Tebaxa 2010'an de Radyo Jinên Demokratîk a Liberya avakirin. Jinên Liberyayê diyar kirin ku di raya giştî û çapemeniyan de rojeva jinan cih nagre û gotin bi saye vê radyo dê dengê jinan raghînin.

Li gorî nûçeya Unwomen.orgê, Radyo Jinên Demokratîk a Lîberya di sala 2010'an de dest bi weşanê kir. Armanca avabûna radyoyê raghandina serpêhatiya jiyana jinan û rastiya şîdet û tecevûza ku jin rastî têne. Jinên ku di radyoyê de dixebitin wiha gotin, "Wek jinek ku rastî tecevûzê hatime min ne dikarî bûyerên ku min jiyaye vebêjim. Min xwast vê platformê bikar bînim, ji ber eger em wek jin ne amedebin serpêhatiya xwe raghînin, em ê nekaribin rastiyê bi jinên din bidin fêmkirin."

Seroka Çalakiya Medya Jinên Liberya û avakarê radyoyê Estella Nelson jî wiha got, "Ji bo raghandina rastiyê û avakirina platformek rast pêdivî bi radyoyek wiha bi hêz hebû. Bi salane li hember desthilatdariyê mêr ya welat ji bo em dengê xwe derînin kedên mezin didin. Dibe ku zehmet be em vê pergalê biguherin lê belê hêzê avakirinê wek rojnameger em avadikin." Erkdara projeya avakirina Radyoyê Ladymai Hunter Summon jî wiha got, "Gelek bûyerên jinan ên ku mirov pê bandor bibe heye li Liberyayê. Divê jinên ku pirsgirêk dijîn bên û li ser radyo serpêhatiyên xwe raghînin. Wiha dikarin di raya giştî de çalakiyê xwe û dexwazên xwe raghînin. Eger em biguman û tirs nêz tevbigerin, em ê nekaribin dengê jinan raghînin."

Di radyoyê de mijarên wek perwerde, hember jin û zarokan şîdetê ku pêk tê û zewacên temen biçûk cih digre. Her wiha jin ji bo bibin perçeyek ji lêkolînên zagona bingehîn xebatê xwe pêk tînin.

(rc)