Bi boneya 8 Adarê ji girtîgiyên jin re qert hat şandin
11:52
JINHA
ŞIRNEX - Jinên endamên KJA ya Şirnexê têkîldarî çalakiyên 8'ê adarê ji bo girtiyan qert şandin girtîgehê.
Jinên endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Şirnexê têkîldarî çalakiyên Roja Jinên Kedkar ji bo girtiyan qert şandin girtîgehê. Gelek Endamên KJA yê li ber Postexana Mezin ya Şirnexê hatin cem hev. Jinan bi sedan qert şandin girtîgehê.
Li ber avahiya postaxaneyê li ser navê jinan berpirsyara Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Zahîde Ayfer Şahîn axivî. Ayfer diyar kir ku li Tirkiyeyê kesên ku dixwazin xwe îfade bikin di girtîgehan de têne girtin. Ayfer anî ziman ku ew îsal roja jinan bi awayekî dilekî hêstiyar pîroz dikin û wiha got: "Me gelek hevalên xwe yên jin di vê pêvajoyê de wenda kir. Em ji bo wan xemgîn in. Di pêvajoya dawî de gelek hevşaredarên jin hatin girtin. Em jî bi vê boneyê ji girtiyan re qertan dişînin. Di vê rojê de her çiqas ew ne di nava me de bin jî em pîrozbahiya xwe kêm nakin."
Kom piştre derbasî hundirê postexaneyê bûn û qert şandin.
(ua-hb/rc)