Girtiyên PKK û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
12:03
JINHA
STENBOL - Denîz Kaya yê li ser navê girtiyên PKK'î û PAJK'î yên li Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê daxuyanî da, diyar kir ku li hemû girtîgehan dê bi 10 rojan li pey hev greve birçûbûnê ya bêdem û dorveger greva birçîbûnê bidin destpêkirin. Têkîldarî armanca çalakiyê hate gotin ku ev çalakî ji Serokomar Erdogan û AKP'ê hişyariyek e dixwazin azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bê û daxwaza gelê kurd a xwerêveberiyê bê qebûlkirin.
Li gorî nûçeyê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) girtiyên PKK'î û PAJK'î yên li Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê careke din dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku dê li li hemû girtîgehan dê bi 10 rojan li pey hev greve birçûbûnê ya bêdem û dorveger greva birçîbûnê bidin destpêkirin. Komên yekemîn ên girtîgehan îro dest bi grevê kirin.
Denîz der barê biryara grevê ku girtine de ev agahî da:
"Bi sedan salan e li dijî gelê kurd polîtîkayên înkar û îmhayê îro ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê ve bi awayekî hovîtiyekî heta niha nehatiye dîtin berdewam dike. Îxtidara olîgarşîk a faşîst a ku bi konsepta êrîşê ya topyekûn ve dixwaze gelê kurd tune bike pêkanînekî wêdetir a qatlîaman xistiye dewreyê. Erdogan û çeteyên wî yên ku bi tayebtî êrîşî mafê xwerêveberiyê ya gel dike li Sîlopî, Gever, Cizîr û Sûrê bi awayeke hovane êrîşî gel dike, bi vî rengî çiqas nemerd e nîşan dide.
Em weke girtiyên PKK'î û PAJK'ê yên li Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi her awayî li cem berxwedana gelê xwe bin, li kû derê bin jî em ê di nava berxwedanê de bin. Ji ber vê yekê jî em wekî girtiyên PKK'î û PAJK'î li dijî pêkanînên qatlîaman dest bi greva birçîbûnê ye bêdem û dorveger dikin. Erdogan û çeteyên wî yên ku Rêbertiyê me derveyî pêvajoyê hişt, pêvajoya muzakereyê bi temamî qedan û pêkanînên bi her awayî ji bo xwe rewa dît. Rêber Apo ku di merhaleyên diyaloj û muzakareyê de nehişt mirin çêbibe û xwest deriyê çareseriyê veke êro di bin tecrîdê ye û em vê pêkanînên qebûl nakin.
Ji ber vê yekê jî divê tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin, şertên tenduristî, ewlehî û bi awayeke azad tegerandin divê pêk bê. Dîsa li herêmên xwerêveberiyê divê hemû dorpêç bên rakirin, pêkûtî û qedexe bên rakirin û daxwaza gelê kurd a xwerêveberiyê bê qebûlkirin, bigihîje statuyekî, ev daxwazên me yên bingehîn in.
Ev çalakiya hişyariyê ye
Em wekî girtiyên PKK û PAJK'ê di çarçoveya daxwazên ku li jorê vegot çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger îro didin destpêkirin. Bi awayeke komî bi 10 roj navber em ê li hemû girtîgehên ku girtiyên PKK'î û PAJK'î hene îro didin destpêkirin. Ev ji bo Erdogan û AKP'ê çalakiyekî hişyariyê ye.
Em ê li dijî hemû êrîşan xwe biparêzin û berxwedanê xurtir bikin. Em bang li hemû derûdorên bihistiyar dikin û dixwazin ev pêkanînên qirêj ên ku ji aliyê AKP'ê ve tên kirin teşhîr bikin û li dora gelê kurd kom bibin."
(rc)