Hevşaredara Silopiyê Emîne Esmer hat binçavkirin

12:07

JINHA

ŞIRNEX - Hevşaredara Silopiyê Emîne Esmer û ajokarê wê Cemal Yîgît hatin binçavkirin.

Hevşaredara Silopiyê Emîne Esmer û ajokarê wê Cemal Yîgît danê sibehê ji aliyê polîsan ve li avahiya şaredariyê hatin binçavkirin. Emîne û Cemal bi wesayîtên zirxî birin muduriyeta polîsan.

Her wiha Hevşaredar Emîne û xebatkarê şaredariyê Cemal, di 23'ê Sibatê de bi îdiaya "Endamê rêxistinê", "Bicihneanîna peywirê", "Cihgirtina di fealiyetên rêxistinî de" û "Di fealiyetên rêxistinî de bikaranîna malên cemaweriyê" hatibûn binçavkirin û bi venêrîna şertê adlî serbest hatibûn berdan.

(rc)