Tahamula Waliyê Amedê ji weneyê Sêvê û Ekîn re tune ye!
12:44
JINHA
AMED - Bi pêşengiya KJA yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de jin bi şîara "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe di berxwedanê denin" li her derê bi giyana berxwedanê di çalakiyan denin. Hat zanîn ku ji aliyê Waliyê Amedê ve biriyara komkirina afîş û billboardên ku ji bo 8'ê Adarê hatîn amadekirin hatiye dayîn. Endama Komîteya Amadekar Eylem Ceylan diyar kiri ku bi hinceta "Wêneyê Sêvê û Ekin cîh digire" biriyara komkirinê daye û got; "Afîşên me neyên dîtin emê bi xwe bên xwiyakirin."
Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de jin bi şîara "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe di berxwedanê denin" li her derê bi giyana berxwedanê di çalakiyan denin. Ji bo bîranîna 3 jinên siyasetmendarên kurd ên li Silopiya hatin qetilkirin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakize Nayir starta çalakiyên 8'ê Adarê li Silopiya hat dayîn û dê fînala wê jî li Amedê bê dawî kirin. Amedekariyên mitînga 8'ê Adarê ya dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin berdewam dike. Walîyê Amedê bi hînceta wêneyê Sêvê û Ekîn heye biryara komkirina afîş û billbortan da. Endama Komiteya Amedekariya mitîngê Eylem Ceylan di derbarê biriyara Walî de axivî û got: "Me ji bo mitînga 8'ê Adarê ewlehî girtiye. Nêzî 200 jin di peywira ewlehiyê de cih digre."
'Wê xebat heya roja dawî bi domin'
Eylem destnîşan kir ku 8'ê Adarê wê bi giyana seferberiyê berdewam bike û wiha domand: "Me xabatên xwe îsal pêşî li gundan despêkir. Em gund, gund tax, tax û derî derî di gerin. Xabatên me li pênc navçeyan hene. Wê Heserok Parlementer jî tevlî 8'ê Adarê bibin û xabatên çalakiyan û meşan berdewam dikin."
'Wê ewlehî di asta jor de bê standin'
Eylem wiha qala roja mitîngê kir; "Di saet 10.00'an de emê li Parqa Koşuyolê kombibin û dest bi meşê bikin. Emê bi girseyî berbi Qada Îstasyonê ve bimeşin. Wê ji bo ewlehiyê 8'ê Adarê di asta jor de bê standin. Ji bo ewlehiyê 200 jin hatine peyîwirdarkirin. Dê li qada mîtîngê lêgerin ji bo ewlehiyê bê kirin. Ji bo 8'ê Adarê û ewlhiyê wê her roj civîn bên li darxistin. Dê Hevseroka Giştî a HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî tevlî mîtîngê bibe. Di mîtîngê de wê stranên giyana berxwedanê didin hîskirin bên gotin.
'Hîncet navê Sêvê û Ekîna ne!'
Eylem derbirî ku Waliyê Amedê biriyara komkirina afîş û billbordan da û wiha got: "Xabata me a afîş û billborda heye, lê Walîtiyê biryara komkirina afîşan daye. Hînct jî ewe ku nav û weneyê Sêvê û Ekîn hatiye nivîsandin. Emê li hember vê biryarê mal, mal bigerin û xabatên xwe bi meşîn in. Dibe ku afîşên me newin dîtin, lê emê jin werin dîtin. Emê 8'ê Adarê bigihîjin hemî jinan û hevdîtinan pêk bînin."
(dt/zt)