Jinên Êlihê amedekariya mitîngê sibê bidawî kir
15:20
JINHA
ÊLIH – Hevparên KJA’yê yên Êlihê ji bo mitînga sibê li Êlihê bê li darxistin ji bo beşdariya mitîngê belavok belavkirin û banga tevlîbûna mitîngê li jinan kirin.
Hevparên KJA’ye yên Êlihê ji bo beşdariya mitînga sibê ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya ku dê li rex Stadyuma Bajêr a 16 Mayisê bê li darxistin, li Bazara Înê ya li taxên Petrolkent, Karşiyaka, Guneykent û Seyîtlerê belavokên mîtîngê belavkirin. Di nav de ku parlementera HDP’ê ya Êlihê Sadet Becereklî, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel û gelek jin hebûn di nav bazarê de dezge bi dezge ziyaret kirin û li jin û esnafan belavok belavkirin û banga tevlîbûna mitîngê kirin.
Jinên Êlihê jî bi kêjxweşî aktîvîstên KJA’yê pêşwazîkirin û diyar kirin ku dê ew bi rûhê berxwedanê beşdarî mitîngê bibin.
(bg/rc)