Çewlîk bi tilîliyê jinan meşiya
16:14
JINHA
ÇEWLÎK - Li Çewlîkê bi sedan jin bi tilîliyên xwe meşa 8'ê Adarê pêk anîn. Parlementera HDP'a Stenbol Hûda Kaya got, "Em hêvî dikin ku di 8'ê Adarek din de em hedê zaliman bidin û li hev kom bibin dikim."
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Çewlîkê bi pêşengiya hevkarên KJA'ê yê meşek hate li darxistin. Jinên ku ber avahiya HDP'ê hatin cem hev, wêneyên jinên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û wêneyê Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên ku li Silopî hatine qetilkirin hildan û bi vekirina panqerta "Azadiya Rêbertî azadiya jina ne" dest bi meşê kirin. Di meşa ku heya Saat Kulesî pêk hatî de Parlementera HDP'a Stenbolê Hûda Kaya, Hevseroka DBP'a Bajar Zeynep Yurtsever, jinên HDP'î û jinên kedkar cih girtin. Jinên ku bi tilîliyan meşiyan dirûşmeyên, "Jin jiyan azadî", "Em dayîkin alîgirê aştiyên ne" berzkirin. Piştî meşê Hevseroka DBP'a Bajar Zeynep Yurtsever daxuyanî da û balkişand ser berpirsyariya ku dikeve ser milê jinan û got divê jin têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin.
Dûvre Parlementera HDP'a Stenbolê Hûda Kaya dora axaftinê girt û diyar kir ku jin îro ser rûyê erdê ji bo aştî qîr bikin li qadanin. Hûda destnîşan kir ku bi salane di komara Tirkiyê de komkujiya jinan pêk tê û wiha got,"Di dîroka Tirkiyê de li hember her gelî komkujî pêk hatiye. Destê pergalê yê bixwîn jî îro pêk anînê xwe li hember gelê Kurdan pêk tîne."
'Bedena jinan tê teşîr kirin'
Hûda bilêvkir ku jin her dem cihê xwe pêş de girtiye û wiha pêde çû, "Jin bi têkoşîn û pêşengiya xwe berdêlên giran heya roja îro dide. Berxwedana ku bi pêşengiya jinan bilind dibe dixwazin biçewsînin. Ekîn Wan û pêre jinên ku bedenê wan hatine teşîr kirin, dixwazin bi van êrîşan rûhê berxwedaniyê bişkînin. Ên ku vê yekê dikin, ji xwe re dibêjin em oldar û muhafezekarin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em hêvî dikin ku di 8'ê Adarek din de em hedê zaliman bidin û li hev kom bibin dikim."
Piştî daxuyaniyê jin cardin heya ber avahiya HDP'ê bi berzkirina dirûşmeyan "Jin jiyan azadî" meşîn û wiha dawî li çalakiyê xwe anîn.
(rc)