Pêşangeha 'Jin û Hijmara 5 a Girtîgiha Amedê'
16:26
JINHA
AMED - Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de pêşangeha bi vîdeo -wêneyên 22 jinan û 24 hunermendan a binavê Pêşangeha 'Jin û Hijmara 5 a Girtîgeha Amedê' tê vekirin.
Xebatên KJA yê yên îsal di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi şîara "Jin ji bo Azadya xwe û Reberê xwe di berxwedanê denin" berdewam dike. Wê pêşangeha "Jin û Hijmara 5 a Girtîgiha Amedê" bi vîdeo û wêneyan bên vekirin. Dê hevdîtina 2'emîn a Çand û Hunerê bi ziyarêtvanên xwe re bên cem hev. Armanç ewe ku pêşengihe ji sala 1980'an ji pênûsa objektîfa çandê heya vega bi ziyarêtvanên xwe rê bên cem hev. Di serî de wê kesên ku di dema 1984 û 1980'an de bûne şahîdê girtîgiha a Amedê û jiyana xwe ji dest dane bi gotina jin û zarokan ji ziyaretvanan re bê gotin. Di pêşengihê de zarokên ku wê demê çênebûyî, hûnermend, çîrokên 48 kesên di nav hev de, meyzekirine di pêşangeha "Jin û Hijmara 5 a Girtîgiha Amedê" de hatin cem hev.
Wê pêşangeh li Navenda Koordînasyona Kevnarxane ya Hijmara 5 a Girtîgeha Amedê li Sumerparqê roja 7'ê Adarê bê vekirin. Hemî jin dewetî pêşengihê hatin kirin.
(dt/zt)