Jinên Wanê ji bo jinên girtî name şandin

16:27

JINHA

WAN- Jinên Wanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya Kedkar pîroz bikin bi pêşengiya KJA'ya Wanê ji bo jinên girtî û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan name şandin.

Di pêşengiya kongreya Jinên Azad (KJA) 'ya Wanê, Parlementerên HDP'yê Tugba Hezer, Bedîa Ozgokçe û Hevserokên DBP'ê Nurhayat Çelîk û Caziye Duman, MEYA-DER û Meclîsa Dayikên Aştiyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ji bo jinên girtî ên di girtîgeha Wanê de tên girtin re name şandin. Jinên Wanê ji bo şandina namê li ber derê avahiya DBP'ê hatin ba hev û heya PTT'ê çûn. Jinên Wanê piştî rêkirina nameyan cardin vegerîn ber avahiya DBP'ê. Polîsên Dewleta Tirk avahiyê DBP'ê dorpeçkir. Parlementera HDP'ê Bedîa Ozgokçe li ber avahiyê axaftinek kir û wiha got, "Em ji bo 8'ê Adarê Roja jinên Kedkarên Cîhanê ligel tevahî astengiyan li kolanan û qadanin. Divê tevahî jin ji bo 8'ê Adarê berê xwe bide mitînga pîrozbahiyê."

(hk-db/rc)