Xelat di nava xerabeyan de li lênûsa xwe ya wêneyan digere

16:37

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê Xelata biçuk dema ku hat cihê mala xwe ya dibin xirabeyan de mayî li lênûsa xwe ya wêneyan a ku xeyalên xwe têde xêzkirî digere. Xelat dema ku lênûsa xwe dît got: "Binêrin min Mem û Zîn xêzkiriye. Lênûsa min jî gulebaran kirine."

Welatiyên Cizîrê li malên xwe yên di dema êrîşên dewletê yên qirkirina nijadî de hatîn xirakirin û hemû tiştên girêdayî jiyanê hatî texrîbkirin vegeriyan. Li Taxa Cudiya Cizîrê nijadperestan êrîşî her tiştên zindî û girêdayî jiyanê kirine. Xelata 8 salî jî di nava xirabeyan de li lênûsa xwe ya wêneyan digere.

Xelat li mala xwe ya dîwarên wê hatî xwar û şewitî geriya, di odeyekê de lênûsa xwe dît. Di nîvê lênûsa Xelat de şopa guleyan heye. Xelat got; "Heta lênûsa min a wêneyan jî gulebaran kirine." Xelat a ku bi kelecan pelên lênûsa xwe vekir, rupelên ku xeyalên xwe li ser xêz kirî nîşan dide û dibêje; "Binêrin min Mem û Zîn jî xêz kiriye." Di nava lênûsa Xelatê de malên ber derê wan şîn, xwedî bax û bîstan ên hatîn xêzkirin jî hene.

Gotina Xelat a li cihê mala xwe ya xirabe weke xeyalên xwe mala bi bax û baxçe xêzkirî wihaye; "Ezê cardin mala di xeyalê xwe de xêzbikim."

(zt)