Semînera 8 Adarê rastî eleqeyek mezin hat

16:38

JINHA

EFRÎN - Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li Kantona Efrînê semînerek ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê lidar xist.

Îro ji aliyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê bi tevlîbûna yekîtiya mamosteyan li Hola Şanoya Şehîd Rûken ya ciwanan semînerek hat li darxistin. Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê hat destpêkirin. Piştî wê ji aliyê rêvebera dibistana Amedeyî Fatma Elo û Rêvebera Peymangeha Viyan Amara Bêrîvan Xelîl semîner hat dayîn. Bêrîvan Xelîl 8'ê Adarê li tevahî jinên Rojava û Bakûrê kurdistanê û cîhanê pîroz kir. Her wiha di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedan û raperîna jinê û kurte çîroka 8'ê Adarê jî ji jinan re vegot. Bêrîvan qala berxwedana jinan kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em berxwedana gelê kurd û bi taybet jî berxwedana jinê li Bakûrê kurdistanê silav dikin, bexwedana jinê li bakûrê kurdistanê berxwedan û îsrara di azadî û demokrasiyê de ye."

Piştî axaftina Bêrîvan bidawî bû mafê axaftinê ji bo beşdaran hate dayîn. Beşdar nêrînên xwe derbarê rojê de anîn ziman. Bi gişît xala hevebeş a nîqaşan jî li ser girîngiya têkoşîna jinê û silavkirin ked û têkoşîna jinê li Bakûrê Kurdistanê bû. Hêjayî gotinê ye ku ew ê li darxistana semîneran di hemû dibistanan, peymangeh û zankoyên kantona Efrînê hetanî 7'ê Adarê bên domandin.

(fr/jh/rc)