Mîhrîcan di roja sêyem de berdewam dike

17:06

JINHA

QAMIŞLO - Mîhrîcana 'Jin bi Hunerê Jiyanê Dixemilîne' di roja sêyem de cih da reng û karên destê yê jinan.

Bi organîzasyona Desteya Çandê mîhîrcana 'Jin bi Hunerê Jiyanê Dixemilîne' di roja sêyemîn de pêşengehek ji wêne û karên destan ên jinê pêşkêş kir. Mîhrîcan li Navenda Çand û Huner salona Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo tê li darxistin. Îro pêşengeha wêne û hunera destan a ku bi keda jinên Kantona Cizîrê hatî amede kirin hat pêşkêş kirin. Pêşengeh rastî eleqeyek mezin ji aliyê welatiyan ve hat. 15 jinên hunermend bi wêneyên xwe ên ku xêzkirine û bi 32 jin jî bi hunera xwe yê destan tevlî pêşengehê bûn. Beriya pêşengeh vebe ji hêla komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Bêrîvan Xalid ve axaftinek hate kirin û hate gotin ku ev pêşengeh bi ked û xebata bi dehan jinên Kurd, Sûryan û Ereb hatiye amadekirin. Pêşengeh bi giştî ji berhemên Kantona Cizîrê pêk hat.

Jinan hem xweşiyên jiyanê, hem jî êşên ku ji kurahiya dilê xwe dijîn bi xêzkirina wêneyan dan nîşandan. Di hunera destan de jî piranî afrîneriya jinan derket pêş. Tê payîn ku sibê bi şahiyekê dawî li mîhrîcanê were û ji 3'ê helbestnivîs, 3'ê çîroknivîs û 3'ê senaryonivîsên şanoyê re xelat were dayîn.

(kom/rc)