Fîgen Yuksekdag: Li Cizîrê sûcek mirovahî hat kirin
18:13
JINHA
WAN - Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji bo tevlibûna mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat Wanê. Fîgen dema serlêdana xwe de axivî û diyar kir ku ew wisa difikirin ku li Cizîrê çekên kîmyewî hatiye bikar anîn û wiha got: "Li Cizîrê sûcek mirovahî hatiye kirin. Niha şopa sûcan tên reşkirin."
Hevseroka Giştiya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji bo armanca tevlibûna mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate Wanê çû serlêdana Hevserokên DBP'ê yên Wanê Caziye Duman û Okkeş Kava yên ku çend hefte berê hatibûn binçavkirin. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Parlementera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer û Bedîa Ozgokçek jî tevli ziyareta Fîgen Yuksekdag bûn. Fîgen di ziyareta xwe de têkildarî êrîşên ser Cizîr û Sûrê nirxandinan kir. Fîgen da zanîn ku tiştên li lêkolîna Cizîrê de dîtine gelek bi hovbûne û wiha axivî: "Li Cizîrê çekên kîmyewî hatine bikar anîn. Niha jî bê fedîkirin tiştên ku kirine dixwazin bi êrîşên ser me reş bikin. Jixwe armanca wan a dest pê kirina kampanya ya lînçê jî ev bû. Lê çi bikin jî nikarin ser sûcên ku kirine bigirin. Niha jî dixwazin heman tişt li Sûrê jî bikin. Hewl dide ku hemû kesên aligirên hêzên aştî û demokrasiyê ne bi zext û zoran dorpêç bikin. Em li hemberî vê wehşetê bêdeng nemînin. Armanca me şikandina hemû dorpêçan e. Em ê li ber xwe bidin û dorpêçan bişkînin.
'Em têkoşîna jiyan û jiyandinê didin'
Fîgen li ser bangawaziya rakirina destnedayîna Serokkomar Tayyîp Erdogan ku ji dozgeran re ji bo wan kiriye de jî axivî û ev tişt anî ziman: "Me her tim gotiye werin em hemû destnedayînan rakin. Kesên ku diziyê kiriye, sucên mirovatiyê kiriye, fesadiyê li nav îhaleyan kiriye bila destnedayîna wan bê rakirin. Jixwe em bi baweriya destnedayînan neketin parlementoyê, li ba me tu wateya destnedayînê tuneye. Jixwe em li her derê bi êrîşan re rûbirû dimînin."
'Hemû destnedayîna rakin û derkevin pêşberî dozgeriyê'
Fîgen di axaftina xwe de dest nîşan kir ku baweriya xwe tenê bi gel tînin û wiha domand: "Bila bînin em hemû destnedayînan rakin û derkevin pêşberî dozgeriyê. Em tenê mirovên ku fikrê xwe tînin ziman in. Tirs û xemgîniya me tuneye bila ew bitirsin. Heke xwe bi vê awahî dikarin tetmîn bikin bila keremkin rabikin. Hemû cîhan bibîne ku ka kî di lîjneya meclîsa ya giştî de destê xwe radike. Ev şerma wan e. Dilê me rihete. Em têkoşîna jiyan û jiyandinê didin. Tirkiyeyê ber bi aloziyê ve dibin ew in. Me ji bo pêşerojê deriyek vekir û em ê nehêlin ku ev derî bê girtin."
Fîgen di dawiya axaftina xwe diyar kir ku dewlet ji bo pîroz kirinê tiştek ji wan re nehiştiye û wiha dawî kir: "Em ê sibe li qadan bin û li hemberî zordariyê dengê xwe bilind bikin. 8'ê Adarê ji bo me roja têkoşînê ye."
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
Piştî axaftina Fîgen Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Duman jî bal kişand ser konsepta şer û wiha got: "Bi binçavkirinê nikarin serî li me bitewînin. Ew dixwazin em li hemberî qetlîaman bêdeng bin lê em li vir in û dê têkoşîna xwe bidomînin."
(ea/zt)