Cezayê disiplînê dan girtiyên jinên Girtîgeha Karataşê

09:02

JINHA

EDENE - Ji ber ku girtiyên jinên siyasî yên Girtîgeha Karataşa Edeneyê ji bo rewşa Cizîrê ketibûn gireva birçîbûnê ji aliyê îdara girtîgehê ve cezayê disiplînê ji bo wan hat dayîn.

Ji ber ku girtiyên jinên siyasiyên li Girtîgeha Karataşa Edeneyê ji bo qedexeya ser navçeya Cizîra Şirnexê bê rakirin û birîndarên di jêrzemîna hovîtiyê de bên derxistin ketibûn gireva birçîbûnê îdara girtîgehê ew cezakirin. Girtiya jin a li heman girtîgehê dimîne ji bo ajansa me nameyek şand û diyar kir ku ji ber gireva birçîbûnê îdara girtîgehê ew ceza kirine.

Nameya Selam wiha ye; "Em ji ber ku ji bo qedexeya ser navçeya Cizîra Şirnexê bê rakirin û birîndarên di jêrzemîna hovîtiyê de bên derxistin ketin gireva birçîbûnê. Ev jî erkek miroviye, divê her mirovek xwe li hemberî rewşên wiha baldariya xwe nîşan bide. Lê dema ku me çalakiyek wiha kir, tindiya ser me girtiyan hîn zêdetirbû û ji bo me ceza hat dayîn. Ji bo mehekê cezayê disiplînê dane me. Em nikarin name bişînin, ne mafê xwe yê telefonê bixebitînin û ne jî derkevin hevdîtinê. Nameyên ji bo me jî tên hemûyan li gel xwe dihêlin nadin me heya mehek diqede. Ji bo wê jî em ji mafên xwe yên hevdîtin û ragihandinê hatine bêparkirin. Lê em ê li hemberî van hemû zoriyan erkê xwe yê mirovî bînin cîh û her dem li gel hevalên xwe yên berxwedêrbin."

(zt)