'Jin bi pênûs, çek û bi tîlîliyên xwe dê berxwe bidin'

09:03

Zehîde Ehmed/JINHA

KOBANÊ - Jinên Kobanê bi boneya 8'ê Adarê roja jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandin kirin û gotin, "8'ê Adarê roja serhildana jina ye."

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê me mîkrofona xwe dirêjî jinên Kobanê kir û ji wan xwest ku nêrîn û hestên xwe derbarê vê rojê de bi mere parve bikin. Jinan diyar kir ku 8'ê Adarê roja hesap pirsîn û bilindkirina têkoşînê ye. Şervana YPJ'ê Şîlan Efrîn 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got, "8'Adarê ji bo me tevahî jinan rojeke pir girîng e. Di vê rojê de em hîna bêtir dîroka xwe bi bîr tînin, jinên ku di tevahiya dîrokê de hatine qetilkirin. Bi navê cuda hatine darizandin û bi taybet jî jinên ku li berxwe dane, bi bîr tînin. Divê her jinek têkoşîna xwe ya azadiyê xurttir bike, çi şoreşgera azadiyê, çi jî di xebatên civakî-siyasî û aborî de be, divê bênavber têkoşînê bilind bikin."

Şîlan da zanîn ku jinên Rojava rengê xwe bi têkoşîna şoreşê re derxistiye holê û wiha pêde çû, "Jin bi wesîleya şoreşa Rojava rengê xwe daye diyarkirin, jinê hem têkoşîna ji bo ax, azadiya civakê hem jî têkoşîna zayendî dide meşandin. Ango di şoreşê de jin hem xwe azad dike hem jî civaka xwe azad dike. Jin ku azad nebe civak jî azad nabe. 8'ê Adarê tê wateya serhildan hember qirkirina jinane." Şîlan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên cîhanê kir ku xwedî li mafên xwe derkevin û pêngav bi pêngav têkoşîna hevbeş xurt bikin.

Seher Elî diyar kir ku 8'ê Adarê jin hîn zêdetir nêzî xwe dibîne û wiha got, "Jixwe li Rojava ji bo azadiya jinê pir pêngav hatine avêtin û dikare were gotin rê li pêşiya azadiya jinan hatî vekiriye. Divê em li ser vê xebata xwe bigihînin asteke hîna bilindtir. Divê jin tev bi yekgirtinê xwe ji xelekên bindestiyê rizgar bikin. Jin bi pênûs, çek û bi tîlîliyên xwe dê li her qadê berxwe bide û xweseriya demokratîk avabike."

Zekiye Mihemed jî wiha got, "Di 8'ê Adarê de 129 jin di kargehekê de têne şewitandin û li hember vê jinan têkoşîna xwe cîhanî kirin. Berê mafê jinê wek hemwelatî jî tunebû. Lê bi saya xebat û têkoşanê ev rewş guherî. Îro jin gihîştin astekê ku civakê jî bilind bikin. Azadiya tevahî jinan dê bi berxwedanê pêk were.

Şêrîn Mihemd jî ji bo 8'ê Adarê wiha got, "Despêkê ez roja 8'Adarê li hemû jinên cîhanê di serî de jî li Rêber Apo û şehîdên jin pîroz dikim. Em ê bi heyecan û serhildêriyê vê rojê pêşwazî bikin. Em bi hêvîne berxwedana jinên bakûrê Kurdistanê bighêje serkeftinê. Bi vê baweriyê ez dubare 8'ê Adarê li jinên azadîxwaz pîroz dikim."

(hs/rc)