'Di 8'ê Adarê de emê bi Jiyana Pembe li qada bin'
09:03
Sibel Yukler/JINHA
ENQERE - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê aktîvîstên Jiyana Pembe Demhat Aksoy û Ozan Ugur bang kirin û gotin; "Me li Kobanê û Şengalê dît jin dikarin çî bikin. Ji jinên berxwedêr tirsiyan. Emê weke Jiyana Pembe li kolanan bin."
Li Tirkiyê hemberî şidet, newekhevî, nefret û dervehêlana civakiya li hember transeksuelan tê kirin yekem car Komeleya Jiyana Pembe hatiye avakirin. Di derbarê xebatên xwe weke komele ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de aktîvîstên Jiyana Pembe Demhat Aksoy û Ozan Ugur nirxandin kirin. Jiyana Pembe navê xwe ji çîroka filîmek yê bi navê (Ma vie en rose) Jiyana Pembe ya ku çîroka zarokek keç ji bedena mêrekê hatî diniyayê vedibêje girtiye. Komeleya Jiyana Pembe di 30'ê Hezîrana sala 2006'an de hatiye avakirin. Di rastiya xwe de komele piştî ku trans li Eryamanê ji aliyê çete û polîsan ve ji malê wan hatî derxistin û rastî şidetê hatîn hat avakirin. Yanî piştî cudên nefretê û cînayetên nefretê...
'Em bi hemû kesîman re tên bahev'
Ozan Ugur girêdayî Jiyana Pembe axivî û got, "Ji bo gelek transan alîkariyê dike, tayîbetî jî dema ku trans rastî şidet û newekheviyê tên. Ev ji bo transan gelek giringe. Ji ber ev di cîhanek a mirov têde hatî hebiskirin û tenê hatî hiştin de dide nîşandan ku mirov ne tenê ne. Ger beşek civakê tê perçiqandin, ev tê wê wateyê ku kesîmên dinê jî tên perçiqandin. Ji ber me ev hemû dîtine ji bo wê ye em bi kesîmên dinê re di nava şêwirmendiyê denin."
'Me li Kobanê dît jin dikarin çî bikin'
Demhat jî bilêv kir ku divê hemû jinên xwedî nasname û bê nasname di roja 8'ê Adarê de dakevin qadan û wiha domand: "Ji ber dema ku kesîmek tê perçiqandin kesîmên dinê jî girtî dimînin." Demhat da zanîn ku li Kurdistanê şerê tê kirin li hemberî jinêye û wiha berdewam kir: "Ji ber ku me li Kobanê û Şengalê dît jin dikarin çî bikin. Ji jinên berxwedêr tirsiyan. Emê weke Jiyana Pembe li kolanan bin."
(zt)