'Zarok hîna zikê dayîka xwe de teşe digre'

09:04

JINHA

WAN - Civaknasa Navenda Jiyana Jinê a Rojîn Evîn Ozgur diyar kir ku zarok hîna di zikê dayîka xwe de li gorî pergala zayendîperest tê xwedîkirin û got bandora malbatê ser zarokan gelkî zêde ye. Evîn ji ber vê bang li malbatan kir û wiha got, "Em bi feresetek wek hev nêzî zarokên keç û kur bibin."

Ji ber hişmendiya zayendîperest ya pergalê, civak bi diyar kirina hin rol ji jinê re hişmendiyek dide avakirin. Civaknasa Navenda Jiyana Jinê a Rojîn Evîn Ozgur diyar kir ku nasnameyê zayendîperestî ya li hember jinê ji zaroktiyê ve despêdike û ji aliyê civakê ve teşe digre.

'Malbat li gorî rengan cilên zarokan amade dikin'

Evîn Ozgur li ser leyîstokên zarokan û cilê zarokan axivî û wiha got, "Dema ku zarok tê dinê û heya ku mezin dibe malbat zarokên xwe hînê gelek tiştan dikin û dema ku mezin dibin jî wan tiştan di nava civakê de bi xwe pêk tînin. Zarok tê dinê û wê demê zayendiya wê çi be li gorî wê malbat xwe amade dike û cilên li gorî xort an keça distînin. Cudahiya rengan jî dikin şîn ji bo zarokên kur û penbe jî bo zarokên keç tên diyar kirin. Rengê şîn hêvî û kelecanê dide malbatan. Rengê kînûşk jî nava civakê de rengê keçane ew jî bi gorî malbatan û civakê keç bi gorî wan ewqas ne girînge. Bi gorî wan rengan jî zarokên xwe mezin dikin."

'Leyîstokên zarokên keç hînê karê malê dike'

Evîn wiha domkir, "Dema ku temenê zaroka bu 2-3 salî wê demê jî leyistokên cur bi cur bo zarokan distînin. Disa jî cudatiyê dikin û ji bo zarokên xort wesayeta, çeka distînin û bi hişmendiya desthilatdariyê tê mezin kirin. Leyîstokên zarokên keç hînê karê malê dike. Lê mixabin jî bo keçan leyistokên gelek cudatir distînin. Her wiha ji leyîstokê zarokên keç, di temenê zaroktiyê de hînê karê malê tê kirin."

'Malbat hêzê dide zarokên xort'

Evîn bilêvkir ku malbat ji zaroktiyê ve hêz didin zarokên kur û wiha dirêjî da gotina xwe, "Di nava malbatê de zarokên keç jiber xwe bikin malbat xwe aciz dikin û cilên wan dikin ber keça. Le mixabin dema ew tişt zarokên xort bikin rewş tê guhertin."

'Perwerdehiya herî baş di nava malbatê deye'

Evîn destnîşan kir ku bandora televîzyonê jî li ser mezinbûn û teşegirtina zarokan çêdike û wiha got, "Divê malbat zarokan ji bandor û hişmendiyê pergalê dur mezin bikin. Divê malbat bi zarokên xwe re mijûlbin û xwedî bikin. Perwerdeya herî baş di nava malbatê de pêk tê."

(hk-db/rc)