'Aboriya xwerêveberin a ku jin avadike ji Tirkiyê re tehlûkê çêdike'

09:05

Duygu Erol/ JINHA

AMED - Bijîşka Pispor Neşe Ozgen derbarê 'Modela Aboriya Demokratîk' a ku bi îlankirina xwerêveberinê re bi jiyanî dibe got, "Xwerêveberina gel her çiqas ne hatibe kadegorîze kirin jî rêveberiyek a bingehîn hatî avakirin. Di rastiyê de li Kurdistanê bi îlankirina xwerêveberinê re aboriya xweser hatî avakirin û ev yek ji bo pergala desthilatdariyê tehdîtek mezin nişan diyar dike."

Li Kurdistanê bi îlankirina xwerêveberinê re hember êrîşan berxwedan didome û li aliye din di çerçoveya 9 şaxên xwerêveberinê de xebat didome. Ji aliyek hêzên dewletê hember qadên xwerêveberinê êrîşên mezin pêk tîne li aliye din komîsyon û komîteyên xwerêveberinê xebatê xwe pêk tînin. Di binesaziya KCD û KJA'yê de kooperatîfên hatine avakirin aboriya Kurdistanê pêşdixîne û li aliyê din jin aboriya xweser avadikin û pêşengiya xebatê aboriyê jin dike. Bijîşka Pispor Neşe Ozgen diyar kir ku hember aboriya neolîberal li Kurdistanê modela aboriya demokratîk tê pêşxistin û got ku pêşenga modela aborî jinin. Neşe got, "Modela vê aboriyê, aboriya jine."

'Modela aboriya demokratîk hember pergala kapîtalîzmê tehdîdek mezine'

Neşe destnîşan kir ku modela aboriya demokratîk hember pergala kapîtalîzmê tehdîdek mezin îfade dike û wiha domkir, "Modela aboriya demokratîk ne îcadek nûye. Zanyariya ax, aborî, erdnîgarî, jiyan û mirovahî digre nava xwe. Modela aborî li ser bingehê xebat û tecrûbeyên cîhanî tê avakirin."

'Aboriya polîtîk tê birêxistin kirin'

Neşe diyar kir ku li Kantonên Kobanê, Efrîn û Cizîrê modela aboriya xweser heyecanê dide mirov û bilêv kir ku hember pergala dewletê berxwedanek bi zanist pêşketî û modela jiyanê hatî avakirin. Neşe got aboriyek polîtîk tê birêxistin kirin.

'Modelek aborî a bi tehlûke ye'

Neşe got, "Xwerêveberina gel her çiqas ne hatibe kadegorîze kirin jî rêveberiyek a bingehîn hatî avakirin. Di rastiyê de li Kurdistanê bi îlankirina xwerêveberinê re aboriya xweser hatî avakirin û ev yek ji bo pergala desthilatdariyê tehdîtek mezin diyar dike."

'Pêşenga modela aboriyê jine'

Neşe anî ziman ku avaker û pêşenga modela aboriya demokratîk jine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Pêşenga modela aboriyê jine. Di rastiyê de dewlet, hêzên desthilatdar vê rastiyê fêmkirine. Eger roja îro bedenên jinên gerîla di nava kolanan de tên tazîkirin û teşîr kirin sedema vê ye û bingeha xwe ji zîhniyeta DAIŞ'ê digre. Ji tirsa xwe yê li hember hêza jinê wiha êrîş dikin."

(rc)