Barîkatên Şirnexê ji komirê ne
09:08
Adar
5
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX – Berxwedana gelê Şirnexê li hemberî êrîşên tevkujiyê daye destpêkirin didome. Gel ji bo hêzên dewletê nekevin taxên wan ji komira Şirnexê barîkat avakirine.
Li Şirnexa berxwedana gel a li dijî êrîşên tevkujiyê hatine destpêkirin, didomin. Tevî hemû êrîşên dewletê gel têkoşîna dîrokî mezintir dike. Li taxên Bahçelîevler û Yenîmahaleyê yên navenda bajara gel ji bo ku dewlet nekeve taxên wan ketine nava hewildanan. Li ser gelek kolanan welatiyan komira ku ji çiyayên derdora Şirnexê tê derxistin kom kirine û ji komirê barîkat honandine.
(kom/zt)