Li qişleya leşkerî hestiyên 4 kesan derketin
09:11
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexê di dema kolandina sondajê ya li qişleya leşkerî tasên serî yên aîdî 4 kesan derketin. Tê texmîn kirin ku hestî aîdî komkujiyek JÎTEM'ê ya di salên 90'an de ne.
Li Şirnexê êrîşên tevkujiyê yên li hemberî gelê kurd û li dijî vê hovîtiyê berxwedana gel didome. Di demek êrîş di asta herî jor de tên meşandin de, komkujiyên dewleta tirk ên di salên 90'an de jî derdikevin holê. Li Qişleya Gundê Seslîce ya bi ser Şirnexê ve, di encama kolana sondajê de 4 tasên seriyan û hestiyên wan derketin holê. Tê texmîn kirin ku hestî aîdê kesên di salên 90'an de ji hêla dewletê ve hatine înfazkirin in.
Şaredariyê defin kirin
Hate zanîn ku hestiyên 4 kesan di kolandina 4’ê îlona 2015’an li qişleyê hatiye kirin de, derketiye holê. Hestî piştî testa DNA’yê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve ji bo ku were definkirin radestê Şaredariya Şirnexê hatin kirin. Di nivîsa fermî ya dozgeriyê de tê gotin ku di encama lêkolînên Saziya Tipa Edlî de nasnameya wan ne hatiye diyar kirin.
Hestiyên 4 kesan ji aliyê Şaredariya Şirnexê ve li goristana navendî hatin definkirin.
(kom/zt)