Tu gav ji bo lêpirsîna Hacî Bîrlîk nayê avêtin

09:33

JINHA

ŞIRNEX – Lêpirsina Haci Lokman Bîrlîk ê ku li Şirnexê ji aliyê tîmên taybet ve bi birîndarî ve hatî înfaz kirin û piştre jî li piş wesayîta zirxî bi erdê ve hatî kaş kirin de ev 6 mehe pêşketin çêne bû.

Lêpirsina têkîldarî Haci Lokman Bîrlîk ya di 3’ê Cotmeha 2015’an de li taxa Dîcle ya Şirnexê ji aliyê tîmên taybet ve bi birîndarî hatî înfaz kirin û piştre jî li pey wesayîta zirxî vi erdê ve hatî kaş kirin 6 mehe derbasbû, hê jî pêşketin çêne bûye. Di nivîsa bersivê ya Miduriyeta Emniyetê ya Şirnexê ji Serdozgeriya Şirnexê re şandî de tê gotin ku di 12’ê Cotmehê de ji 6 polîsên di wesayita zirxî de A.G û Î.A.A ji peywirê hatine dûrxistin.

Ji derveyî lêpirsîna Serdozgeriya Şirnexê ve hatî dest pê kirin ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Emniyetê ve jî lêpirsîn hatî bû dest pê kirin û tevî her dû lêpirsînan 6 tîmên taybetên di wesayîta zirxî de hê jî îfade ne dane. Her wiha 6 meh li ser înfazê re derbas bûye û dîmenên wesayîta zirxî bi hinceta “wesayît li navçeya Elkê ye” ji Serdozgeriya Şirnexê re ne hatiye şandin.

Di înfaza Haci de axaftinên telsizê yê ku pêk anîna înfazê bi awayek vekirî aşkere dike yên bi kodên 2036, 2166, 2262, 2263, 2110 û 2412 jî ne hat zanîn ku aîdê kîjan di navbera kîjan polîs û serdestê wan de derbas bûye.

Hewldanên parêzerên malbata Bîrlîk yê ji bo pêş xistina lêpirsînê bê encam dimîne. Serlêdanên parêzeran a li ser axaftinên telsîzan zelal kirine bi gotinên “Wê şevê her tişt tevlî hev bû, nayê zanîn ku axaftinên telsizê aîdê kî ne.” û “Dibe ku telsiz ji aliyê kesên cûda ve hatibe kar anîn” bê bersiv dimîne.

Her wiha serlêdana parêzeran a li ser rapora di encama lêkolîna ji aliyê Pişewira Huquqê ya Miduriyeta Giştî ya Emniyetê ve hatî amade kirin xistina belgedanka lêpirsîna Haci de hê jî ne hatiye bersivandin.

(ozp/zt)