Şitla ku Mahmut çandî dayîka wî xwedî dike

09:34

JINHA

AMED - Malbata Mahmut Oruç ê ku xeyalê jiyanek di nava xwezayê de bi aramî avadikir, 30 rojin li benda girtina cenazeyê kurê xwe ne. Mehmut şitlek çandibû û weke çavê xwe lêdinêrî, niha jî dayîka wî a ku bendê wî lêdinêre û mezin dike.

Li navçeya Sura Amedê 95'ê rojin êrîş û dorpêçê dewletê berdewam dikin. Mahmut Oruç (23) ê ku berî 30 roj ji aliyê hêzên dewletê li Surê hatî qetilkirin destûr nadin malbatê ku cenazeyê xwe bigre. Malbata Mahmut 30 roje têkoşîna girtina cenazeyê zarokê xwe didin. Ne tenê cenazeyê Mahmut di dorpêça hêzên dewletê de cenazeyê Rozerîn Çukur (17), Ramazan Ogut (16), Cihat Morgul (14), Gunduz Akmeşe, Turgay Girçek, Velat Bilen, Erhan Keskin û Erdal Tekin jî radestî malbatê nayê kirin.

'Min nû ew naskir'

Malbatê Mahmutê ku di 5'ê Sibatê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatî qatilkirin tevî gelek hewldan ev meheke nikare cenazeyê kurê xwe bigrin. Xwîşka Mahmut Merve Oruç diyar kir ku birayê wê tucar zerar nedida tiştên zindî û wiha berdewam kir, "Dawî li jiyana wî anîn. Min nû wî nasdikir û cudabûnê hevdû didîtin lê mixabin hêzên dewletê ew qatilkirin."

'Xeyalê wî bi xwezayê re bibe yek hebû'

Mahmut ji xwezayê hez dikir, xwendekarek jîrbû lê ji dibistanê heznedikir. Mahmut ji xwezayê jî gelek hezdikir û ti car zerarê nedida zindiyan. Dixwast bibê bijîşkê sewalan û gelek belgewarê ajalan temaşe dikir. Berî du sal Mahmut şitlek çandibû û her roj avdida. Niha dayîka wî a ku li bendê şitlê xwedî dike. Mehmutê dilnizim û zelal xeyalê wê herdem jiyanek bi xwezayî bû.

'Ji mirovê ku zerar didan heznedikir'

Merve diyar kir ku Mehmut ji jiyanê gelek hezdikir û wiha domkir, " Mahmut ji mirovê ku zerar didan heznedikir û wî jî zerar nedida tu kesî. Jiyanek dagirtî jiyandikir û li hember bê mafdarîyê bû. Mahmut ticar nedifikirî ku wê rojekî ji dayîka xwe veqate. Gava dihat mal pêşî li dayîka xwe digeriya, ji dayîka xwe ticar rojek venediqetî."

'Civakek ku li hember ekolojiyê bi rêzdar dixwast'

Merva da zanîn ku Mehmet ji jiyanek azad, wekhev, hember ekolojiyê û jiyanê bi rêz nêzbûn dixwest û wiha pêde çû, "Ji bo jiyanek wiha têdikoşî. Mînak her kes ji mişkan heznake, dikûje. Lê Mehmut digirt nav destê xwe û gelkî hezdikir, ne dihêşt kes bikûje, digot zindiye. Digot eger hûn zerarê nedin tiştek ew jî dê zerarê nede we."

(dt/rc)