Jinên Edenê: Li hember qatlîaman em derên qadan
10:46
JINHA
EDENE - Jinên Edenê wê bi pêşengiya KJA'ê derên kolanan û jinên hatine qetilkirin bi bîr bînin û hember komkujiyan dê têkoşîna xwe bilind bikin. Jinên Edenê hemû jin vexwend meşa îro.
Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Edenê bi boneya 8'ê Adarê dê jinên hatî qetilkirin bi bîr bînin û û çalakê xwe îro li darbixin. Li hember polîtîkayên şer û qetilkirina jinan, jinên Edenê dê derkevin kolanan û ji bo mitînga îro tevahî jin vexwandin çalakiyê.
Aliye Kutluk bilêv kir ku, divê tevahî jin tevlî pîrozbahiya 8'ê Adarê bibin û got, "8'ê Adarê roja meye, divê em xwedî li roja xwe derên û qadan dagrin. Ji bo jin û zarokên hatine qetilkirin em dengê xwe bilind bikin. Pêwîste em ji zilma ku pêk tê re bêjin êdî bese û dengê xwe bighînin tevahî cîhanê. Azadiya ku Rêbertî daye jinan, pêwîste jin xwedî lê derên û ji bo mezinkirina azadiyê têbikoşin."
'Em jin ne tenê dayîk ango hevjînin'
Aliye destnîşan kir ku ew ê ji bo jinên ku bedenê wan hatine teşîrkirin li qadanbin û wiha pêde çû, "Heya şîdeta desthilatdariya mêr destê xwe ser bedena me rake em ê têkoşîn bikin. Êrîşa ku hember jinek tê kirin tê wateya hember tevahî jinan. Em ne tenê hevjîn ango dayîka zarokanin, her yek ji me kesayetek azade."
'Em jinan veduxînin kolan û qadan'
Hatîce Tekim jî balkişand ser qatlîama jinan yê li Kurdistan û Tirkiyê û got bi daxuyaniyên Diyanetê re qetilîam tên rewa kirin. Hatice da zanîn ku divê jin têkoşînek rêxistinkirî hemberî hişmendiya zayendîperestî bidin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Divê jin li hember hişmendiya mêr a dewletê di 8'ê Adarê de derên qadan. Em tevahî jin veduxînin kolan û qadan. Bila tu kes li malê rûnenin, derên kolanan û dengê xwe bidin bihîstandin. Eger em bixwazin dikarin dengê xwe bi tevahî cîhanê bidin bihîstandin."
Hatîce anî ziman ku eger jin azad nebe civak jî wê azad nebe û tevahî jinên Edenê vexand meşa îro ya ku li Qada Ugur Mumcu pêk were.
(dt/rc)